Terora dewleta Tirk li Moskowayê hat şermezarkirin

Rêxistinên Kurd ên li Moskowayê, teora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê dewam dike, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.

Rêxistinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê dixebitin, terora dewleta Tirk a li bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li Farqîn, Nisêbîn û Silopiyayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.

Daxuyanî li ber Navenad Çanda Kurd hat dayîn û Hevseroka Kongreya Êzidiyên li Rûsya Manana Pîr, Hevserokê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev, Seroka Komeleya Parastina Mafên Kurdan a Moskowayê Refîke Kamil, Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Cûlyeta Aram û Serokê Komeleya Êzidiyên li Moskowayê Andoyê Mişa tevî gelek Kurdistaniyan di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn.

Ferhat Patiyev di destpêkê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku terora dewleta Tirk a li bajarên Bakurê Kurdistanê her roj dibe sedema mirinên nû.

Patiyev ragihand ku dewleta Tirk bi awayekî vekirî dixwaze vîna gelê li Bakurê Kurdistanê bişikîne, rûmeta gel binpê bike û destnîşan kir, ku gelê Kurd ti carî destûr nedaye van polîtîkayên qirêj û wê ji niha û pê ve jî nede.

Patiyev ragihand, ku berxwedana gelê Farqînê, Nisêbînê, Silopiyayê û Sûrê ne tenê li hemberî panzerekê yan jî wesayîteke zirxî ya leşkerî ye, ev berxwedan li dijî polîtîkayên teslîmgirtinê yên siyaseta qirêj e. Patiyev bal kişand ser girîngiya vê berxwedanê û bang li hemû Kurdan kir ku li her devera lê ne, destekê bidin vê berxwedanê.

Hevseroka Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Manana Pîr jî bibîr xist ku ji parçeyekî Kurdistanê nûçeyên serketinê, ji parçeyekî din jî agahiyên şîdet û terora dewletê digihêjin wan û got, "Ev doza mafdar a gelê me roj bi roj nêzî serketinê dibe. AKP û Erdogan ên vê rastiyê dibînin, ji bo vîna gelê Kurd bişikîne çi ji dest tê dikin. Lê êdî AKP û Erdogan bi polîtîkayên înkarê yên sedan salan ên dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd teslîm bigirin."

Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Cûlyeta Aram jî bang li tevahiya gelê Kurd kir, ku li ku dibin bila bin, li dijî hovîtî û komkujiyên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dikin, dengê xwe bilind bike û helwestê nîşan bide.

Li dû axaftinan daxuyaniya çapemeniyê bi qîrîna "Bijî berxwedana gelê me", "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...