Tekîn: PKK û gerîla li Rojhilata Navîn aktorê sereke ye

Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Bozan Tekîn: Bandora PKK'ê û gerîla li Rojhilata Navîn berdewam dike û ev bandor bi lezeke mezin berbelav dibe. PKK û gerîla li Rojhilata Navîn aktorê sereke ye.

Endamê  Komîteya Rêveberiya  PKK'ê Bozan Tekîn tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV'yê bû. Tekîn diyar kir, heya ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan domdar be û li ser gelê Kurd komkujî berdewam bin wê ti hevdîtin û muzakere pêk neyên. Tekîn her  wiha got çalakiyên gerîlayan jî wê berdewam bin.

Tekîn bi kirpandinî got, dewleta Tirk xwe weke mirişkên birçî ku di xew de, di kozika xwe de êm li ber be dibîne û daxuyaniyên têkildarî pêvajoya muzakereyan bi devê kadroyên şerê taybet tê gotin û dewlet li pey konsepta şerekî giştî ye. Tekîn wiha pê de çû, "Li gorî bîlançoya ku Serekerkaniya dewleta Tirk dayî, niha ne tenê li çiyayan ne gerîla û li Kurdistanê jî diviya kes nemaye. Di nav derewên ewqasî mezin de mane. Hişmendiya van hişmendiya Goebbels e. Goebbels propagandaya Hîtler dikir. AKP derewan dike û medyaya alîgir ku zirneya AKP'ê ye, dibe şîrîkê van derewan. Ti bersiveke ku em bidine wan nîn e. Der heqê gerîla de dibêjin, têk çûn û gelek windayiyên wan hene. Ev têkçûneke çawa ye ku gerîla her roj bi ser qereqolekê de digire, bi dehan leşker û polîsan dikuje. Li Midyadê çalakiyeke fedaî hate kirin û di vê çalakiya fedaî de ji 30'î zêdetir polês mirin. Lê çapemeniya tirk kuştiyên xwe bincil kirin û gotin, 'tenê 3-5 miriyên me hene.' Armanca van kirin û gotinan çiye? Armanca ew e ku pêşî li tevlîbûna nav gerîla bigirin, moralên gel bişkînin, qels bikin. Lê ew ê nikaribin vê pêk bînin. Bandora PKK'ê û gerîlayan li Rojhilata Navîn berdewam e û ev bandor bi lezeke mezin berbelav dibe. Her hêz bi awayekî xwe digihîne PKK'ê. PKK û gerîla li Rojhilata Navîn aktorê sereke ye. Ew armanc dikin ku pêşî li vê bigirin."
 
 'Ê TÊKÇÛYÎ DEWLETA TIRK A DAGIRKER E'

Tekîn diyar kir ku dixwazin di nav kesên ku bi PKK'ê re di nav têkiliyê de ne dudiliyekê çêbikin û li ser gel çewisandineke mezin û giran pêk bînin û herwiha armanc dikin ku berxwedan û têkoşîna gelan bişikînin. Tekîn bi berdewamî got, "Li ser gelê me çewisandin û zextên mezin hene. Dixwazin serhildan, berxwedan û têkoşîna gel bişikînin. Bila gelê me qet guh nede van daxuyaniyan. Gerîla wê çalakiyên xwe bidomîne. Gelê me jî divê berxwedan xwe geş û gur bike. Di vê pêvajoyê  de yên ku helîkopterê wan tê xistin, tangên wan tên rûxandin, dewleta Tirk a dagirker e. Ji hêla leşkerî û siyasî ve yê ku tertûbelav bûyî dewleta Tirk a dagirker e. Dibêjin, em bi ser ketine. Wekî ku ew bi ser ketine, ji bo çi hikûmeta xwe guherandin? Wekî ku bi ser ketine ji bo çi ketine qirika hev? Dibêjin, em bi ser ketine lê rewşa MHP'ê li ber çavan e, ji xwe rewşa AKP'ê ya pepûk û rebanan e, artêşan wan jî ji hev belawela dibe. Li gel ku rewş ev e jî, ku bibêjin, em bi ser ketine, bila ev serketin ji wan re be. Lê em pê dizanin ku ev ne serketin lê hilweşîn, rûxîn e."

'BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN WÊ LI HER DEVERÊ BERBELAV BIBE'

Tekîn bersiv da daxuyaniyên dewleta Tirk ku dibêjin, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo hevdîtinê bang li dewletê kiriye û wiha got, "Ti rewşeke me ya ku em bi wan re baxivin, muzakereyan bikin nîn e."
Tekîn got tişta ku Hîtler bi serê Cihûyan anî, bi heman rengî dewleta Tirk a çete û dagirker jî li Kurdistanê kir û wiha pê de çû, "Li hemberî tiştên ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê dike, gerîla jî Kurdistanê li wan dike goristan. Kurdistan ji xayinan re dibe gor. Gelê me berê xwe dide qadên berxwedanê. Cih û deverên ku dewleta Tirk hilweşandî, gelê me dîsa bi daxwaz û azweriyeke mezin ava dike. Gerîla bi ser ketiye, gelê me li xaka xwe vedigere, xwe nû dike, xwe ji nû ve bi rêxistin dike û yekîtiya xwe zexmtir dike. Em pêdivî pê nabînin ku em bibêjin, bi dewleta ku bajarên me hildiweşîne û kavil dike, em hevdîtinan bikin.  Li ser kîjan bingehê wê hevdîtinek bi vî rengî pêk were? Li holê çi heye ku hevdîtin pêk werin? Dewleta dagiker a Tirk ji ber ku sûcê mirovahiyê pêk aniye, niha xwe wekî alîgirê aştiyê nîşan dide û dixwaze xwe bîne rewşeke wiha. Ji komkujî û jenosîda li Kurdistan berpirsyar her kî bin, tiliya kê di van sûcan de hebe ew ê werin darizandin. Her kes divê baş zanibe ku ti zemîneke hevdîtin û nîqaşê ya ku em bi dewleta dagirker re bikin, nema ye. Çi kesek bi qasî Serok Apo li çareseriyê, muzakereyê nagere. Gelek caran Serok Apo got, 'Ez li muxatabekî digerim.' Ên ku bi Rêbertiya me re ji bo çareseriyê hevdîtin dikirin, bi awayekî nizmane, sixtekarî û bi bêbextî planên rûxandinê dikirin. Ev bi awayekî zelal derkete holê. Ji niha û şûn de em ê jî bi zimanê ku ew jê fêhm dikin bi wan re baxivin. Rast e, diyalog-muzakere jî teşeyekî axaftinê ye. Lê ev ji vî zimanî fêhm nakin. Wan xwestin ku Tevgera Azadiyê tine bikin, tesfiye bikin. Hemû kêferat û hewldana wan ji bo vê bû lê ev Tevger, tevgera Rêber Apo, tevgera şehîdan e. Ev tevgereke gel e. Hewldanên bi mebesta tinekirina Tevgerê û gel li ber avê çûn. Vê encam neanî, îro jî neanî û sibe jî wê neyîne. Êdî tecrûbeyên me yên hevdîtinê hene. Di hevdîtinan de me hev baş nas kir Me dît ku bi dewleta Tirk a dagirker re çawa diyalog wê were danîn. Muzakere çi ne, wê çawa bibin me hev dît, me ew nas kirin. Dewleta Tirk a dagirker, bingehê xwe li ser tinekirina gelê kurd daniye, heya ku ew vê nebînin, li xwe mikur neyên, di vê mijarê de lêborînê naxwazin û guherîneke radîkal pêk neyînin wê ti hevdîtin pêk neyên. Ew ji kîjan zimanî fêhm dikin em ê bi wî zimanî bi wan re baxivin. Şer, berxwedan, têkoşîn li Kurdistanê heye? Ev şer, berxwedan û têkoşîn wê li her derê berbelav bibe."

'GELÊ ME BILA XWE LI GORÎ ŞERT Û MERCÊN ŞER AMADE BIKE'

Tekîn bi berdewamî bal kişand ser van hêmanan: "Gelê me bila baş bizanibe ku em ti tiştî nîqaş nakin. Em tenê li çiyayan û li bajaran nîqaş dikin. Em bi çalakiyên xwe nîqaş dikin. Ew bi êrîşên xwe û em jî bi berxwedana xwe nîqaş dikin. Heya ku dewleta Tirk a dagirker li van xakan be, heya ku qanûna wê ya sereke înkara Kurd û Kurdistanê be, heya ku li ser Rêber Apo çewisandin, zext û zordarî, tecrîdû îşkence hebe, careke din ji devê me peyva maseyê, muzakereyê dernakeve. Li gel ku yê ku dîyalog datanî û bi  rê ve dibin Rêber Apo jî bû niha li ser Rêber Apo zext û zordariyê didin meşandin, tecrît dikin. Baş e, wê muzakereyê bi kê re bikin? Me hem wekî Tevgerê û hem jî wekî gel, me bi milyonan himze berhev kirin û hate gotin muzakerevanê me ye serek, Serok Apo ye. Piştî ewqas zext, zordarî, îşkence, tecrîdê em ê diyalogê li kîjan hêlê deynin, em ê li kû bi cih bikin? Ji bo vê sedemê bila gelê me guh nede gotinên wiha, pûte pê nede. Dewleta Tirk a dagirker dibêje, 'yek kes jî mabe, em ê vî şerî bidomînin' Em jî dibêjin, 'heya ku li van xakan yek polîs û leşkerê dewleta tirk a dagirker bimîne, ev şer wê berdewam bike.' Yek gerîla jî mabe ev şer wê berdewam bike. Yan mirin yan jî azadî. Gelê me bila li gorî vê xwe rêxistin bike, bila xwe li gorî esasên berxwedanê, şer xwe birêxistin bike."

'PDK ÇARENÛSA XWE BI ERDOGAN RE KIRIYE YEK'

Tekîn diyar kir ku PDK’ê qedera xwe bi Erdogan re kiriye yek û got, "PDK nebaş dilîze. Navê wê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, lê belê demokrat li PDK'ê naedile, lê nafesile," û wiha domand: "Mesûd Barzanî, ji Tebaxa par ve bi darê zorê li ser wê qoltixê rûdinê. Deriyê parlementê qufle kir. Serokê Parlementê nikare biçe Hewlêrê. Çend roj berê jî der heqê serekê Tevgera Goran jî biryara girtinê hate derxistin. Ji bilî xwe dijminê her kesî ye. Di pêvajoya ku nîqaşên Kongra Neteweyî de, Tevgera me ji Barzanî re got, 'tu bibe serek lê bila li gel te hevserek jî hebe' qebûl nekir. Di rastiyê de kongre qebûl nekir. PDK'ê ew kongre pûç kir. Di vê mijarê de kesek nikare kêmasiyekê di Tevgera me de bibîne. Divê PDK dev ji van polîtîkayên xwe berde. Ji kû dera şaşîtiyê mirov vegerê qenc e."

Herî dawî jî Tekîn bang li gel kir li welatê xwe vegere, berxwedan û têkoşînê gur bike. Û ciwanên jin û xort vexwend nav refên gerîlayan.