Der barê êrîşa 9’ê Cotmehê ya li hember Midûrê Polîsan ê Çewlikê Atalay Urker ku du polîs hatibûn kuştin, bi hinceta têkiliya wî bi êrîşê re heye Savaş Koçyîgît ê du caran hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan, li navçeya Tarsûs a Mersînê hat girtin. Koçyîgît ê anîn Midûriyeta Polîsan a Çewlikê, piştî îfadeyê sewqî dozgeriyê hat kirin. Li dozgeriyê Koçyîgît bi hinceta îfadeyên şahidê veşarî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Giran a Çewlikê hat kirin. Koçyîgît ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Ligel vê Koçyîgît têkildarî heman bûyerê du caran hatibû binçavkirin û berdan.