Tecrîda li ser Ocalan li Qamişlo hate şermezarkirin

Tecrîda li ser Ocalan li Qamişlo hate şermezarkirin

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, li gundê Xirbê bi civîna gel hate şermezarkirin.

Li gundê Xirbe Ortê yê girêdayî Qamişlo, duh êvarê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civîna gel hate lidarxistin. Civîna ku ji aliyê Meclîsa Gel a Bajarê Qamişlo ve hate lidarxistin û gelek kes beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Rêveberê Meclîsa Gel a Qamişlo Rêzan Gulo di civînê de axivî û diyar kir ku bi komplo û tecrîdê hatiye xwestin îradeya gelê kurd teslîm were girtin, lê komploger bi ser neketine. Gulo got ku ew ê li hemberî hemû êrîşan têkoşîna xwe berdewam bikin. Endama Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) Nisrîn Qamişlo jî axivî û destnîş kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salane di tecrîda giran de jiyan dike. Qamişlo anî ziman ku gelê Rojavayê Kurdistanê wê girêdayî fikrên Rêberê xwe Ocalan bin û li hemberî komplogerên têkoşîna xwe bilind bikin.

Cîgirê Seroka Meclîsa Qamişo Ebdilkerîm Saroxan jî di axaftina xwe de diyar kir ku ewê her tim girêdayî Serokatiya xwe bin û tu caran paşve gavan na avêjin. Saruxan, anî ziman ku ew fikrên Ocalan di jiyanê de pêk tînin û xebatên avakirina xweseriya demokratîk jî, di vê çarçoveyê de ne.

Serokên Meclîsa Gundên Xirbe Iniz û Gundê Qîra jî li ser giringiya karên meclîsan axivî.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.