Tecrîda li ser Ocalan li Erzîromê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qereyaziyê hat protestokirin. Di çalakiyê de hat gotin, "Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelan e."

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Bi pêşengiya Konfederasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) li navçeya Erzîrom Qereyaziyê, bi vê armancê daxuyaniyek hat dayîn.
'ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA JIYANA BI HEV RE'
Di daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê ya Qereyaziyê de endamê DEM-GENÇ'ê Yuksel Yildirim peyivî û bibîr xist ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî Heyeta Îmraliyê nikarin Ocalan bibînin.
Yildirim diyar kir ku provokasyon û tecrîda ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin êrîşa li hemberî vîna jiyana bi hev re ya gelan e û got, "Tecrîdkirina Birêz ocalan tecrîdkirina gelan e."
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.