Tecrîda li ser Ocalan dewam dike
Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç û birayê wî Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê belê bi hinceta "keştî tê tamîrkirin" serlêdana wan hat redkirin.
Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç û birayê wî Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê belê bi hinceta "keştî tê tamîrkirin" serlêdana wan hat redkirin.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo biçe Girava Îmraliyê serlêdan kir lê belê serlêdana malbatê hat redkirin.
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, wasiyê wî parêzer Mazlûm Dînç û xizmên Nasrûllah Kûran, Hamîlî Yildirim, Çetîn Arkaş, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê bi hinceta "Keştî tê tamîrkirin" serlêdana malbatan hat redkirin.
Ji 5'ê Nîsanê û vir ve Heyeta Îmraliyê jî nikare Ocalan bibîne.