Tecrîd li Elmanyayê hat şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

HAGEN

Li bajarê Elmaya Hagenê, bi armanca şermerzarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,b i sedan kes meşiyan. Di meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ve hat organîzekirin de, bi qasî 400 kes amade bûn.

Girseya gel di meşa li kolanên qelebalix ên Haganê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", Farqîn ne bi tenê ye" qîriya.

Mîtînga li dû meşê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li vê derê de hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin, êrîşên li dijî Farqînê bên bidawîkirin û bersiv ji daxwazên xwerêveberiyê re bê dayîn.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê, di 12'ê Mijdarê roja çûyîna Ocalan ber bi Romayê ve, çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya bi pêşengiya Tevgera Jinê û Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorfê hat lidarxistin de, dokûmantera bi Elmanî ya ji 50 deqeyan a bi navê "Ocalan azadî û pirsgirêka Kurd" hat nîşandan. Di çalakiyê de li ser tecrîda li ser Ocalan û terora dewletê ya li hemberî Farqînê bi sedan belavok hatin belavkirin.

STÛTTAGRT

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, Ciwanên Azad Stûttgartê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xist.

Çalakiyên ciwanan wê di çarçoveya kampanya "Xwedî derkevin" de dewam bike. Di beşa destpêkê ya van çalakiyan de li meydana Schlossplatzê di 12'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-20:00 de kon hat evdan û nobed hat girtin. Ciwanan li ser armanca çalakiya xwe gelek belavok belav kirin. Her wiha pankarteke reş daliqandin û bal kişandin ser terora dewletê ya li Farqînê. Ciwanan dan xuyakirin ku wê di rojên pêş de hin rêze çalakiyên din lidar bixin û banga beşdariyê kirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, Komuna Jinê ya Nûda çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakî li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê bi qasî saet û nîvekê dewam kir. Di çalakiyê belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin û belavkirin. Her wiha bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike.

Li aliyê din, li Kehlê jî endamên Însiyatîfa Jinên Kurd, ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan dosya pêşkêşî rêxistinên siyasî yên Elman kirin.

...