Tabûra Firat Cereblûs tevlî HSD'ê bû
Tabûra Firat Cereblûsê da xuyakirin ku ew tevlî nava hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûne.
Tabûra Firat Cereblûsê da xuyakirin ku ew tevlî nava hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûne.
Tabûra Firat Cereblûs li gundê Zor Mixarê yê li rojavayê Kobanê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku wan biryar dane bi hêzên HSD'ê re tevbigerin.
Fermandarê Tabûrên Firat Cereblûsê Ebdulstar Cadir daxuyanî xwend û diyar kir ku hêzên HSD'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li başûrê Hesekê serketinên mezin bidest xistine û bi dehan gund rizgar kirine.
Ebdulstar bibîr xist ku hêzên HSD’ê banga tevlîbûnê li hemû hêzan kiriye û wan jî wekî bersivdayîna vê bangê biryara tevlîbûna HSD’ê girtiye.
Ebdustar got: "Em ê hemû biryarên fermandariyê pêk bînin. Em ê di nava vê hêzê de operesyonên paqijkirina axa Sûriyeyê ji terorê û xilaskirina gelê Sûriyayê ji zilma wê bidomînin. Ev gav di çarçoveya girîngiya yekbûna hêzên leşkerî ji bo pêdiviya qonaxê û pêkanîna ewlekariyê li Sûriyeyê, pêk hatiye. Em dibêjin ku wê HSD dendika hêzên niştîmanî li Sûriyeya pêşerojê ava bike. Em soz didin ku em ê di şer de li gorî hemû belge û yaseyên navneteweyî tevbigerin û sivîlan biparêzin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana HSD'ê li Holê" bi dawî bû.