Sommarûga: Divê Ocalan û girtiyên siyasî serbest bên berdan

Parlamenterê SP yê Federal ê Swîsreyê Carlo Sommarûga diyar kir ku divê pêvajoya aştiyê li ser hîmên hîn xurttir bê meşandin.

Parlamenterê SP yê Federal ê Swîsreyê Carlo Sommarûga diyar kir ku divê pêvajoya aştiyê li ser hîmên hîn xurttir bê meşandin û got, "Bi pêvajoyê re divê Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin bedan."

Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê Carlo Sommarûga, hilbijartinên 7'ê Hezîranê, serketina HDP'ê, pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji ANF'ê re nirxand.

Sommarûga diyar kir ku serketina HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê girîng e û destnîşan kir ku bi serketina HDP'ê re pêşî li desthilatdariya bi tena serê xwe ya AKP'ê û sîstema Serokatiyê ya Erdogan dixwaze pêk bîne, hatiye girtin.

Sommarûga da zanîn ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê serketina bindestan e û anî ziman ku ji niha û pê ve wê li Meclîsê demokrasî û azadî bi dengekî xurttir werin parastin.

Sommarûga diyar kir ku AKP û Erdogan dixwazin di demeke nêz de Tirkiyeyê ji nû ve bixe nava hlibijartinê û anî ziman ku eger di demeke kurt de hilbijartin bê kirin wê Kurd û HDP li êrîşên giran rast bên. 

Sommarûga ragihand ku her çend hilbijartin qediya be jî daxwaza Erdogan a ji bo Serokatiyê neqediya ye û got, "Rewşa tengav a Tirkiyeyê piştî hilbijartinê jî dewam dike. Pêwîste derdorên laîk û neteweperest qet nebe di çarçoveya bernameyeke kêm de bicivin û hin gavan biavêjin. Di rewşeke berevajî de dibe ku Erdogan ji nû ve hilbijartinê pêk bîne û hewl bide hêza xwe ji nû ve qezenç bike."

'DIVÊ TIRKIYE POLÎTÎKAYA XWE YA AŞTIYÊ ZELAL BIKE'

Li ser girîngiya pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin Sommarûga da xuyakirin ku ji ber Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê li ser hîmên xurt nehatiye rûniştandin. Sommarûga da zanîn ku Tirkiye hem di warê pêvajoya aştiyê ya xwe, hem jî ji aliyê siyaseta aştiyane ya li ser erwşa Sûriyeyê de, xwedî helwesteke zelal nîne û destnîşan kir ku divê Tirkiye helwesta xwe ya nediyar a li hemberî rêveberiya Rojava û siyaseta aştiyane ya Kurdên li nava xwe, diyar bike. Sommarûga got, "Pêwîste Tirkiye Rojava ya li ser sînorê wê ava dibe, qebûl bike. Di pêvajoya aştiyê de divê Ocalan û saziyên civakî yên sivîl yekser tevlî muzakereyan bike. Girîng e pêvajoya aştiyê bi awayekî zelal û bi lez bimeşe. Eger ev pêvajo bi lez neyê meşandin, dibe ku çek ji nû ve bikeve rojevê. Ji nû ve teqandina çekê, wê feydeyê nede kesî."

'MODELA BAŞÛRÊ AFRÎKAYÊ DIKARE BI CIH WERE ANÎN'

Di mijara pêvajoya aştiyê û azadiya Ocalan de Sommarûga modela Başûrê Afrîkayê bibîr xist û destnîşan kir ku bi daxwazeke xurt a demokratîkbûyînê û bi muzakereyên biryardar ên aştiyê re, pêvajo dikare veguhere aştiyeke mayînde û ji holê rabûna çekand. Sommarûga diyar kir ku ji bo pêvajo ji aliyê her du aliyan ve bi awayekî zexmkirî were meşandin divê Komîyonên Lêkolînkirina Rastiyan werin avakirin û got, "Nuqteyên ku ez balê dikişînim ser, piraniya wan li Başûrê Afrîkayê bi cih hatin û di encamê de jî aştî bi ser ket. Pêvajoya li Başûrê Afrîkayê hat meşandin, dikare li Tirkiyeyê jî pêk were. Eger ev pêvajo baş were meşandin, dikare veguhere aştiyê."

'DIVÊ OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ AZAD BIBIN'

Sommarûga da zanîn ku azadbûna Ocalan û têkoşîna ji bo vê girîng e û got, "Nuqteya herî girîng; bi azadiya Ocalanr e bi serketina pêvajoya aştiyê ye. Di warê azadiya Ocalan de pêvajoya aştiyê girîng e. Bi pêvajoya aştiyê re divê Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin. Ji bo pêvajo li ser hîmên xurt were rûniştandin, pêwîste dewletên Ewropayê yên weke Swîsre û Swêd tevlî pêvajoyê bibin."

Sommarûga da xuyakirin ku avabûna sîstema kantonal a li Rojava, hem ji bo wekheviya jin û mêr, hem jî ji bo jiyana wekhev a gelên li herêmê gelekî girîng e û anî ziman k mîna li Swîsreyê avabûna vê sîstemê li Rojava gelekî girîng e. 

'HÊZA HERÎ XURT A LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER DIKE, KURD E'

Sommarûga da xuyakirin ku li hemberî DAIŞ a veguheriye xeteriya herî mezin ji bo gelên li Rojhilata Navîn, hêza herî girîng a şer dike YPG ye û diyar kir ku divê Tirkiye ji sîstema Rojava ya li ser sînorê wê ava dibe, netirse. Sommarûga da zanîn ku gelek welatên Misilman di çarçoveya berjewendiyên xwe de destekê didin DAIŞ'ê û got, "Hêzên koalîsyonê, ji ber xeteriya DAIŞ dikare rê li ber veke, destekê dide YPG'ê. Eger destek neyê dayîn û DAIŞ tevahiya sînorê Tirkiyeyê bi dest bixe, wê veguhere xeteriyeke mezintir. Di vê nuqteyê de divê Tirkiye ji herêma Kurdan a li ser sînorê xwe netirse."

...