Siyasetmedarên Kurd piştî 26 rojan sewqî dadgehê hatin kirin

Siyasetmedarên Kurd û Hevşaredarên 26 roj beriya niha li Sêrtê hatin binçavkirin, îro sewqî dadgehê hatin kirin.

Li gorî agahiyan Hevseroka HDP'ê ya navçeya Dihê Nîmet Dayan, Hevserokên Şaredariya Dihê Eda Kîlîs û Huseyîn Kiliç, endama KCD’ê Şîrîn Batur jî navê de 13 siyasetmedar wê îro derkevin pêşberî Dozgeriya Sêrtê.

Her wiha li navçeya Xizxêr a Sêrtê, reveberê navçeyê yê DBP’ê Zekî Cengîz û Ramazan Sîdîmî yên ku 10 roj berê hatibûn binçakirin bi îdeayên "endamên rexistinê" û "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin.