'Sîstema demokratîk û temsîliyeta piralîparêz tercîha gelan e'

Rojnamevan Seyît Evran ê ku ji sala 2012'an û vir ve şerê li Rojava gav bi gav dişopîne, bandora neyînî ya ambargoya mercên şer a li karê rojnamevaniyê nirxand. Rojnamevan Evran dibêje, "Rojnamevanî jiyana bi civakê re û nîşandana jiyana civakê ye."

Li Rojava rûyê germ ê şer li nava hemû civatan belav dibe û hevsengiyên civakî ser û bin dike. Sîstema demokratîk a li Rojava ava bû û hatiye rûniştandin jî, di nava hemû beşên civakê de rê li ber kelecaneke mezin vedike. Ji ber vê yekê, gelên ji derdorên cuda yên civakî diherikin Kantonên Cizîr û Efrînê. Rojnamevan Seyît Evran destnîşan dike ku sedema tercîhkirina van kantonan a gelan ne tenê ewlekarî ye, feraseta sîstema hembêzkirin û demokratîk e û û dibêje, "Modela civaka ekolojîk û ekonomîk a sîstema demokratîk, di nava hemû beşên civakê de rê li ber hêvî û moraleke mezin vekir."

'ROJNAMEVANÎ ÇÊKIRINA NÛÇEYAN LI CIHÊ BÛYERÊ YE'

Rojnamevan Evran rojnamevanekî xwedî tecrûbe ye ku 25 sal in li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bêrawestan rojnamevanî kiriye. Evran ku herî dawî li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê rojnamevanî kir anî ziman, ku pîşeyê rojnamevaniyê sînoran nas nake, lê belê ji ber ambargoya li ser Efrînê bandorê li şopandina nûçeyan dike. Evran got, "Ji ber ambargoya li ser Efrînê carna ez li qada xwe teng teng mam. Derfetên min ên wergirtina agahiyan li ser bûyerên li Sûriye û Roajva, kêm dibûn. Rojnamevanî çêkirina nûçeyan li cihê bûyerê ye, lê belê gelek caran ev derfet bi destê me nediket. Şerê diqewimî û hêza dijbe hêzeke ewçend xedar û ji mirovahiyê bêpar bû, ku bê şik serê mirovan jê dikir. DAIŞ'ê bi bikaranîna rêbazên li derveyî mirovahiê re mirovên ji ol û gelên cuda dikuşt." Evran bibîr xist ku di şer de gelek rojnamevanên herêmî û biyanî bi awayekî bê merhamet hatin qetilkirin û anî ziman ku sedema vê jî tirsandina yên li pêşberî xwe bû.

JI ROJNAMEVANIYA DEWLETÊ BER BI ROJNAMEVANIYA GEL!

Evran ragihand ku li Sûriye û Rojava, rojnamevaniya beriya şoreşê bi tenê bi şêweyê rojnamevaniya dewletê dihat meşandin û bibîr xist ku rojnamevaniya li ser navê gelan dihat kirin jî ji aliyê dewletê ve dihat qedexekirin. Evran got, "Rojnamevanî rojnamevaniya fermî-dewletê bû. Ti derfet nebû ku li ser navê gelan tiştekî were nivîsandin, nûçe were çêkirin an jî dîmen bê kişandin. Ji ber vê yekê tiştekî bi navê çand û kevneşopiya rojnamevaniyê beriya şoreşa li Rojava nebû. Piştî şoreşê, çawa ku gelê Kurd bi gelên din re li gelek qadan xwe birêxistin kir, di qada çapemenî weşanê de jî sazîbûyînên mezin derketin h olê. Nûçegihanî çand û tevgerekê ferz dike, lê belê ji ber bisînoriya şert û mercan, car carna astengî derdiket holê. Di asta heyî de refleksa rojnamevaniyê bi pêş ketiye, rojnamevaniya ji refleksa wergirtina dîmen û wêneyan gihaştiye qonaxeke girîng."

LI ROJAVA DEMA ROJNAME Û AJANSA NÛÇEYAN DESTPÊ KIR

Evran got, "Li Rojava kevneşopiya çapemeniyê ya beriya şoreşê, bi rêbaza kovarkariyê bû" û destnîaşn kri ku xebatên çapemeniyê yên rojane bi sazîbûna sîstema xweseriyê û rabûna qedexeyan re di nava sê çar salên dawî de bi pêş ket. Evran got, "Li Rojava ji aliyê rojnamevanî û nûçegihaniya ajansê ve asteke girîng hatiye bidestxistin. Mînak; Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn weke referansê tê dîtin. Dema hefteyekê rojname dernekeve gel digere û dipirse ku çima nayê derxistin. Ji ber ku yekane çavkaniya pê bawer bike, rojname û ajans in. Nûçegihanî gihaştiye qonaxeke welê ku êdî mirov ji bo çêkirina nûçeyekê dikarin biçin het mewziyên pevçûnan û li gel xeteriya li ser jiyana xwe, hewl diidn nûçeyê çêbikin. Li Rojava kevneşopiya çapemeniya rojane di nava şert û mercên şer ên pratîkî de afirî û pêşketineke mezin derxist holê. Dema êrîş veguherî şer, pêwîstiya nûçegihaniya şer weke ferzekê xwe da der û êdî civak bû xwedî wê derfetê ku ji mewziyên şer agahiyan werbigire."

DEMA ROJNAMEVANIYA SÎNORNENAS LI AMBARGOYÊ ALIQÎ

Evnra ragihand ku mercên ambargoyê yên li ser Kantona Efrînê, car carna li pêşiya wergirtina agahiyan ji herêmên din dibin asteng û got, "Ji ber ku şer ne tenê li Rojava bû, di heman demê de li Sûriyeyê sor bûbû. Bi dîtina min divê Rojava ti carî ji Sûriyeyê cihê neyê nirxandin. Şer di destpêkê de li Sûriyeyê destpê kir û li hemû herêman belav bû. Ji Derê heta Hûmûs, Kontrê û Dêrazor li gelek qadan rewşeke cidî ya şer hebû. Di warê nîşandan van de kêmasî derketin holê. Sedema vê yekê hem xurûriya şer bû hem jî mercên dijwar ên ambargoyê bû. Li wan qadan di demên cuda de me hin rêxistinbûyînên çapemeniyê kirin, lê belê şer gihaştibû radeyeke welê ku êdî me êdî agahiyên dihat dayîn baş nikarîbûn tespît bikira ku kîjan jê şaş kîjan rast e. Ji ber ku derfetên me nebûn ku em gelek agahiyan piştrast bikin, ji ber exlaqê rojnamevaniyê me nediweşand. Lewma dikarim bêjim ku ji aliyê nîşandana tevahiya Sûriyeyê ve em kêm man. Halbûkî hilweşîn û komkujiyeke hov û tirsnak hebû. Şer bi xwe, hilweşîn bi xwe ye. Dema ev şer şerê navxweyî û mezhebî be, ev hilweşîn bi dehan qatan zêde bû. Dibe yek ji sedem û çavkaniya zehmetiyên me weke rojnamevanan ev bû. Ji ber ku bi tenê nîşandana Rojava bi tenê nîşandana şerê li Rojava, nêzîkatiyeke şaş û kêm bû."

HIN SIVÎLAN PELÊ DARAN DIXWARIN Û JIYANA XWE DEWAM DIKIRIN

Evran got, "Li ser pêwîtiyên bingehîn ên jiyanê yên av, nan û elektrîkê ambargo dihat meşandin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Agahî hat peydakirin ku li Helebê gelek mirov ji nêza jiyana xwe ji dest dane, hin jê jî bi rojan û bi mehan di bin dorpêçiyê de mane. Li Hûmûsê Artêşa Azad a Sûriyeyê hin cih bi dest xist û heyşt mehan dor li komên li wir pêçand. Dema derfetên erzaqê neman, mirovên li wê derê pelê daran xwarin û bi vî rengî jiyana xwe dewam kirin. Me nekarîbû vê agahiyê biweşînin, ji ber ku me nekarî xwe bigihînin mirovên li wir. Artêşa Sûriyeya Azad piştî 8 mehan bi Rejîma Sûriyeyê re li hev kir û bi tenê bi wergirtina çekan re ji wir derket. Yek ji sedemên neweşandina vê rewşê ambargo bû, sedemeke din jî têkçûna derfetên ragihandibû bû. Sîstema telefonê têk çûbû, înternet ji xwe berê jî tinebû. Wekî din pirsgirêka elektrîkê hemû pirsgirêkên ên ragihandinê bi xwe re dianî. Ev hemû sedem bûn. Divê ev yek jî lê were zêdekirin; niha li Rojava sîstemek hatiye rûniştandin û li gorî xwe xwedî tevneke ragihandinê ye. Pirsgirêkên berê hebûn, bi giranî ji holê hatine rakirin, niha derfetên ragihandinê gelekî zêde ne."

ÇAPEMENÎ ÇIQASÎ XWE BIRÊXISTIN BIKE, NIRXÊN HATINE AFIRANDIN WÊ EWQASÎ BÊN DÎTIN

Rojnamevan Evran da xuyakirin ku li Rojava çapemenî çiqasî xwe birêxistin bike, nirxên sîstema hatiye avakirin jî wê ewqasî derkevin holê û got, "Nirxên wekhevî, azadî, edalet û aboriyê yên sîstema nû wê ewqasî derkevin holê. Di nava mercên dijwar ên şer de nîşandana van nirxand, di nava gel de rê li ber hêvî, moral û kelecaneke mezin vedike. Pêwîstî pê heye ku sîstema li Rojava hîn bêhtir bê nasandin. ji ber ku Efrîniyên di salên destpêkê yên şoreşê de nekarîbûn nan peyda bikin, niha li navenda bajêr 300 atolyeyên dirûtinê ava kirine. Ji Lubnan, Şam û hin Emaretên Ereb van berhemên xwe difiroşin. Ev pêşketin di nava salekê de pêk hat. Dema mirov derdora Efrînê jî lê zêde bikin hingî bi qasî 500 - 600 atolyeyên dirûtinê hene. Li her atolyeyekê bi qasî 30 kes dixebitin. Bi vî rengî bi hezaran mirov derfetên kar bi dest xistin."

REJÎMÊ KOÇBER KIR, SÎSTEMA DEMOKRATÎK Û ÇANDINIYA EKOLOJÎK GEL GIHAND HEV

Evran di dewama axaftina xwe de got, "Nifûsa giştî ya Efrînê bi destpêkirina şer re, di encama polîtîkayên taybet ên rejîmê de daket 150.000 kesî. Niha rewş berevajî bûye. Piştî şoreşê nifûsa Efrînê gihîştiye 1.5 mîlyonî. Bi qasî deh qatan zêde bûye. Û yên hatine hemû ne Kurd in, ji Hemedan, Hûmûs, Dêrazor, Şam û Îdlibê mirovên ji nasnameyên cuda yên etnîkî xwe li vê girtine. Sedema hatina wan jî sîstema demokratîk û hilberîna çandinî ye. Her wiha hefteyê carekê ji Helep, Îdlib û Şamê bi sedan mirov tên li bazara Efrînê ji xwe re tiştan dikirin. Wekî din rojane bi sedan mirov ji Drezê, Til Rifett, Îdlib û Cerablûsê bi sedan mirov tên û diçin. Ne tenê Kantona Efrînê hemû Kantonên Rojava koçber hembêz kirin. Ji ber ku hemû gelan pêşeroja xwe di sîstema demokratîk de dîtin û jiyana di nava sîstema demokratîk de ji bo gelên din bû tercîhek. Weke navgînên çapemeniyê gelo me çiqasî karîbûn vê nîşan bidin, vebêjin. Di vî warî de kêmasî hebûn. Ji ber ambargoyê em bi tenê li herêma xwe asê man."

'BERHEMÊN EFRÎNÊ BÛNE XWEDÎ PATENT'

Evran ragihand ku li Efrînê li qada çandinî û hilberîna ekolojîk hin pêşketin hene û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji ber ku rûniştandina sîstemê li ser sîstema ekolojîk a komunal-ekonomîk hatibû destnîşankirin û ev yek gav bi gav bicih hat anîn. Her wiha ji bo bikaranîn û nirxandina çavkaniyên xwezayî yên Efrînê gelek hewldan hene. Mînak; Av û ba çavkaniyên xwezayî ne. Hewl tê dayîn ku sûd ji van bê wergirtin. Ji derdora Efrînê ji E'zaz heta Til Rifetê av ji Efrînê diçe. Her wiha li Efrînê fêkî û zeytûn gelek in. Behsa 36 mîlyon darên zeytûnê tê kirin. Êdî patentek bi navê Berhemên Efrînê çêbûye. Ji rûn, zeytûn heta sabûna wê, gelên derdorê ji vê sûdê werdigirin. Û di vî warî de patent çêbûye. Dema me bi gelên li Rojava re hevdîtin kir anîn ziman ku sedema bingehîn a tercîhkirina vê sîstemê, ev feraseta sîstemeke demokratîk e. Me dît ku pirsgirêkên parastin, stargeh û aboriyê bi feraseta demokratîk û wekhevîparêziyê çareser dikin."