Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Norşîn Silopî sîstema xweparastinê ya gel ji bo xweparastinê afirandiye nirxand û got, "Xweparastin israra bûyîna civaka exlaqî û polîtîk e. Parastina azadiyê, ziman, çalakî û rêxistinbûyîna bidestxistina maf û azadiyên ji dest çûne, ye."
Silopî da xuyakirin ku li dijî komkujî, talan û dagirkeriya desthilatdaran, di jiyana derdorên civakî yên weke hêzên şaristaniya demokratîk tên pênasekirin de, berxwedan ji duh heta îro ti carî kêm nebûye û her tim bûye weke sekneke jiyanê.
Silopî got, "Navê vê berxwedanê, hişmendî, rêxistinbûyîn û çalakiya qut nebûna ji hebûna xwe, ji azadiya xwei ji taybetmendiyên xwe yên polîtîk û exlaqî ye. Eger ev rastiyên pîroz ên vê çalakî û jiyanê, ku em weke xweparastinê pênase dikin nebûya, wê fezîletên mirovahî û mirovan nebûya. Dîrok şahidê van çalakiyên pîroz e."
'XWEPARASTINA VEGERA LI XWE YE'
Silopî da xuyakirin, ku civakek ji hişmendî û çalakiya xweparastinê bêpar, nikare bibe ya xwe û di nava sîstema mêtînger de dihele û got, "Navê têkoşîna di vê nuqteyê de destpê dike, têkoşîna xweparastinê ye. Xweparastin vegera li xwe ye, parastina nasnameya xwe û ji nû ve bidestxistina nirxên xwe yên hatine windakirin e. Xweparastin israra di bûyîna civaka exlaqî û polîtîk de ye, parastina azadiya xwe, ziman, çalakî û rêxistinbûyîna ji nû ve bidestxistina maf û azadiyên ji dest çûne, ye. Ji bo gelan berxwedêriya jiyanê ye, ku dest jê nayê berdan. Pîvana bingehîn e ku heta civak hebe, nikare dest jê berde. Rewşa rêxistinbûyî, bi çalakî û bi israr a di nava azadiyê de ye."
'XWEPARASTINA REWŞA TIMÎ YA JIYANÊ YE'
Silopî da zanîn ku rêxistinbûyîna xweparastinê, qada şênberbûyîna felsefe û siyaseta demokratîk e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Xweparastin weke sekneke jiyanê, feraseteke têkoşînê û felsefeyekê, rewşa timî ya jiyanê ye. Jiyîn û xwegihandina azadiyê ya derdorên civakê yên zane, rêxistinbûyî û xwedî çalakiyan e. Bi ser xistina jiyîna xwe dispêre hêza xwe, vîna xwe, rêveberiya xwe ye."
Silopî di dewama axaftina xwe de ragihand ku xweparastin, ji bo jinan sekneke jiyanê ye ku divê di her kêliyê de û li her qadê bi ser were xistin e û destnîşan kir ku xweparastin a ji bo gelan navê israra di mirovbûyînê de ye, ji bo jinan jî ziman û çalakiya israra di azadbûna jinê de ye.
Silopî got, "Mêtîngerî û talana ruh, beden û zîhniyeta jinê her tim di asta herî bilind de pêk hat. Ev statuya ku di hemû sîstemên desthilatdarparêz û dewletparêziyê de li hemberî jinan hat ferzkirin, pêwîste di roja îro de ji holê were rakirin. Têkoşîna xweparastinê ya jinê, navê rawestandina vê rêveçûnê ye."
'XWEPARASTIN LI QADÊN CUDA JÎ PÊKAN E'
Silopî herî dawî bal kişand ser van xisûsan:
"Pêwîste xeteke dewlemend a çalakiyan, afirînerî û rêxistinbûyînê were destnîşankirin, ku li her cihê pêwîstî pê hebe û her gavê, bi sekneke çalakiyê hêzê bide têkoşîna demokratîk. Hinek israr, derketina derveyî rêbazên tên zanîn, wê çalakiyên xweser bi tenê bi çalakiyên mayînan bisînor nehêle. Asta xweparastinê li qadên cuda hem pêkane hem jî asteke ku bi tecrûbeyên xwe yên berê re em dikarin bi hêsanî bi ser bixînin e. Weke tevgera jinê ya herî rêxistinbûyî û xwedî ezmûn a cîhanê, em dikarin cihêrengiya xwe li vê qadê jî îspat bikin. Bi danehevî û tecrûbeyên xwe yên heyî re, em dikarin vê bi ser bixînin. Di vê mijarê de em bi hêvî, bi bawer û bi israr in."