Şîdeta li hember jinan hat protestokirin

Li Artemêtanê aktîvîteyên “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dîjî Jinê” didomin. Jinan li Taxa Suphan ku çalakiyek li dar xistin şîdeta li hember jinan protesto kirin.

Li navçeya Artemêtan a Wanê aktîvîteyên di çarçoveya “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dîjî Jinê” ku KJA organîze dike didomin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer, Wekîla Hevşaredarên Artemêtanê Nûrhayat Çelîk, rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê û gelek jin tevlî çalakiya li Taxa Suphan a girêdayî navçeya Artemêtan bûn. Jinan gora Ekîn Wan (Kevser Erturk) a li navçeya Gimgim a Mûşê piştî hat qetilkirin bedena wê hat teşhîrkirin ziyaret kirin.

Piştî rêzgirtinê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer axivî, diyar kir ku nêzîkatiya zilaman a li hember jinan çavkaniya xwe ji pergalê digire û wiha domand: “Pergalê zîhniyeta xwe empozeyî zilaman kiriye. Zîhniyeta ku komkujî û mêtina jinê esas digire û zîhniyeta pergalê yek e.”

Hezer axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hema hema li tevahî cîhanê zilam şîdetê bikar tîne. Pergal hebûna xwe ya li civakê bi serweriya zilam pêk tîne. Civakek jin lê ne azad be, bi xwe jî azad nabe. Ji ber vê jî divê zilam vê zîhniyeta pergal ferz dike red bikin, azadiya jinê esas bigirin. Desthilatî jî parçeyekî ji pergala zilam a serwer e, em wek jinan em ê dawî li vê zîhniyetê bînin. Heta zilam, zilamê di hundirê xwe de nekujin wê jinan fêm nekin û divê tavilê ji vê zîhniyeta nêrza ya ku pergal ferz dike xwe rizgar bikin.”

Her wiha li Artemêtanê jî komeke ku Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî jî di nav de şîdeta li hemberî jinê protesto kirin.

...