Sever: Kontrola navenda Gimgimê hê jî di destê gel de ye

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sirri Sever agahî da ANF’ê û got ku, li gor agahiya li gorî saeta Tirkiyeyê 18:40’an, kontrola navenda navçeyê hê jî di destê gel de ye û got, “Polîs û leşker nikarin bikevin navenda navçeyê.

Li Gimgimê kontrola gel didome. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sirri Sever agahî da ANF’ê û got ku, li gor agahiya li gorî saeta Tirkiyeyê 18:40’an, kontrola navenda navçeyê hê jî di destê gel de ye û got, “Polîs û leşker nikarin bikevin navenda navçeyê.”

Sever diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên nû ji Xinis, Kanîreş û Mûşê hatine li herêma nexweşxaneya nû ya li ser rêya Kanîreşê hatine bicihkirin û got, “Gel  hemberî tiştên di vê dema dawiyê de rû didin xwdî bertek e, bi taybet jî cenazeyê gerîlayek jin ku bi awayek tazî hatiye teşhîrkirin gel bi bertek e. Gel jî ji ber vê yekê xweparastina xwe dike.”