Serweriya gêrîlayan li Elkê didome

Serweriya gêrîlayan li Elkê didome

Nêzî 2 mehe serweriya gêrîlayên HPG’ê li gelek herêmên navçeya Elkê ya ser bi Şirnexê ve didome.

Gêrîlayên HPG’ê ku di 2’ê Îlonê de ketin navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê û serweriya li herêmê hêjan didome. Pevçûnên dijwar yên ku li navenda navçeyê destpêkirin, li çiyayên Katoyê jî dom kirin. Di encama pevçûnan de artêşa Tirk nekarî bikeve herêmên di bin serweriya gêrîlayan de. Artêşa Tirk ku kir û nekir nekarî bikeve herêmên di bin serweriya gêrîlayan de vêcarê ji hewa ve bi helîkopteran êrîş kir, dema ku dît ev jî kêr nayê, vê carê ji Fermandariya Tûgayê herêm bombebaran kir.

Herêmên ku gêrîlayên HPG’ê di serdegirtina 2’ê Îlonê de xistî bin serweriya xwe, her roja ku diçe vê serweriyê berfireh dike. Leşkerên ku xwe kêşan baregehên xwe, her wiha nasname kontrol kirina gêrîlayên HPG’ê yên li Zozanên Laleş û quntara Çiyayê Kato didomin.