Şervanê YPS’ê Yilmaz li Nisêbînê hate definkirin

Şervanê YPS’ê Halîl Yilmaz ê ku di berxwedan xwerêberiyê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, li Nisêbînê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPS'ê Halîl Yilmaz ê li Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabû,li Goristana Ozverenê hatibû definkirin hate teşxîskirin. Piştî encama testa DNA'yê cenazeyê Yilmaz ji hêla malbat û MEYA-DER'ê ve birin navçeya Nisêbîn a Mêrdînê.

Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Alî Atalan û Gulser Yildirim, hevşaredar Cengîz Kok û Sara Kaya û bi sedan welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Yilmaz di bin dorpêça polîsan de li Goristana Morîsê ya li Taxa Elîka hat veşartin.

Piştî duayan gel ji ser goristanê veqetiyan.