Şervanê YPG’ê Hiywa Ehmed bi nasnav Berxwedan Germiyan ku li herêma Tirbespî ya Rojavayê Kurdistanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Berxwedan Germiyan ku di 13’ê îlona 2013’an de li gundê Teleya girêdayê Tirbespiyê di pevçûnekê bi DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata û komîteya Şehîdên PKK’ê bi merasîmekê ve hat wergirtin.
Bi beşdarbûna sedan kesî ve cenaze hat girtin û ji Sêmalkê anîn Silêmaniyê. Cenazeyê şervanê YPG’ê Hiywa Ehmed duh bi merasîmeke ku sedan kes beşdar bûn ve ji nexweşxaneya Silêmaniyê hat girtin û birin Kelarê. Cenaze li Kelarê ji aliyê hêzên gerîlayan ve bi merasîmeke leşkerî ve bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘bijî Berxwedana YPG’ê’ hat pêşwazîkirin û birin goristana Şêx Ebdulrehman.
Li goristanê peyameke li ser parastina berxwedana Kurd û nasnameya şehîdên Kurd hat xwendin û piştî peyamê cenazeyê şervanê YPG’ê hat definkirin.
Li ser navê malbatê Mela Tahîr Germiyan axivî û got: “Ola îslamê ya pîroz bi şer û mirinê nîne, pêşmerge û gerîla welatê me û gelê me diparêzin. Yekane armanca wan eve ku li dijî terorîstên ji mirovahiyê derketine, mirohiyê biparêzin. Şehîdên li dijî çeteyan têkoşiyan şehîdin, cihê wan bihuşte. Ger pêşmerge û gerîla nebûna emê hemû bihatana kuştin.”
Merasîm piştî axaftinan bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana YPG', 'Bijî Peşmerge', 'Bijî Berxwedana Gerîla' bi dawî bû.