BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê yê Îtalyayî: Em têkoşîna şoreşgerî mezin bikin

Şervanê YPG'ê yê Îtalyayî Tîrêj Gabar diyar kir, dewleta Tirk tevî PDK'ê hewl dide Şoreşa Rojava têk bibe û bang li gelan kir ku bi rengekî çalak Şoreşa Rojava biparêzin.

Tîrêj Gabar, ku berxwedana efsanewî ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê û Şengalê bandor lê kir, berî 6 mehan hat Rojava û tevlî nava refên YPG'ê bû. Gabar destnîşan dike ku sedema cih girtina wî li nava refên YPG'ê, komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê bû, ku bûne belayê serê gelên cîhanê.

Tîrêj Gabar da xuyakirin, ku ew kêfxweş e ji ber ku li Rojava têkoşîna şoreşgerî dimeşîne. Gabar anî ziman, ku beriya niha agahiya wî ya li ser gelê Kurd û Kurdistanê gelekî kêm bû, lê belê piştî hat Rojava, di mijara gelê Kurd û Kurdistanê de hîn bêhtir bû xwedî agahî. Gabar destnîşan kir, ku wî li Rojava îmkan dîtiye felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn ji nêz ve nas bike.

Gabar da zanîn, model û felsefeya konfederalîzma demokratîk û jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî bandor li wî kiriye û ragihand, gelên cîhanê bi taybetî jî jin bi şens in ji ber ku rêberekî wan ê mîna Ocalan heye. Gabar xwest, di her şert û mercî de xwedî li Ocalan bê derketin.

DI ROJA DESTPÊKÊ DE MIN GERMAHIYA ŞER DÎT

Tîrêj Gabar da xuyakirin, ku dema hat Rojava di roja destpêkê de wî germahiya şer û berxwedanê dîtiye û diyar kir, tişta herî mezin li Rojava bala wî kişand, berxwedana şervanên YPG/YPJ a bi kleş û çekên ferdî bû.

Şervanê YPG'ê Tîrêj Gabar bal kişand ser ambargoya giran a dewleta Tirk, Barzanî PDK'ê ya li ser Rojava û got, "Tê fêhmkirin bê dewleta Tirk ji ber çi ambargoyê dike. Lê belê ambargoya ji aliyê Barzanî û PDK'ê ve tê kirin, ku xwe weke lîder û partiyeke Kurd pênase dike, xiyanet e."

Tîrêj Gabar her wiha ragihand, Barzanî û PDK'ê li Şengalê Êzidî radestî barbariya DAIŞ'ê kirin û bi vî rengî xiyanet li gelê Kurd kirin. Tîrêj Gabar got, şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG/YJA Starê Êzidî ji qetilkirin û qirkirinê rizgar kirin.

Şervanê YPG'ê yê Îtalyayî Tîrêj Gabar da xuyakirin, ku çeteyên ENKS'ê yên ser bi Barzanî û PDK'ê, li Cerablûs, Ezaz, El Raî, Şêx Meqsûd û Helebê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk tevdigerin.

NÊRÎNA CÎHANÊ YA LI KURDAN BI ŞOREŞA ROJAVA RE GUHERÎ

Gabar da zanîn, ku DYA û welatên Ewropayê bi slaan Tevgera Azadiyê ya Kurd terorîze kirine, lê belê bi Şoreşa Rojava re nêrîna cîhanê ya li Kurdan gelekî guheriye.

Tîrêj Gabar anî ziman, dewleta Tirk ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd li qada navneteweyî û di çavên gelan de reş bike, hemû derfetên xwe yên siyasî û leşkerî bi kar tîne û ragihand, dewleta Tirk bi desteka xwe ya ji bo komên çete DAIŞ, Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgaya Sûltan Mûrat re, sûc dike û bûye hêza destekê dide terorê.

Gabar got, "Divê dewleta Tirk baş zanibe, gelê Kurd wê heta dawiyê li nirxên xwe xwedî derkeve. Û di vê oxirê de li ku têkoşîn pêwîst be, wê li wir têbikoşe. Ev yek mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e."

Gabar bal kişand ser plan û projeyên qirêj ên li dijî Rojava hatine amadekirin û ji bo beralîkirina hemû xeteriyên li ser Rojava, destnîşan kir ku divê hemû gel û civakên baweriyan hêza xwe bikin yek û li ber xwe bidin.

Tîrêj Gabar her wiha diyar kir, ku divê dewleta Tirk jî derhal dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj û dijminatiya li Kurdan berde.

BANGA LI CIWANÊN ÎTALYANÎ: ÊRÎŞÊN GIRAN LI GELÊ KURD TÊN KIRIN

Tîrêj Gabar da xuyakirin, ku hewl tê dayîn Şoreşa Rojava bê tesfiyekirin, di hefteyên dawî de êrîşên gelekî giran li ser gelê Kurd hene û bang li ciwanên Îtalyanî kir.

Gabar anî ziman, ku divê çalakiyên aştiyane her tim tercîha destpêkê bin û ragihand, divê were dîtin ku bi çalakiyên aştiyane pirsgirêk çareser nabe. Tîrêj Gabar bal kişand ser êrîşên dijwar ên hefteyên dawî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî Rojava tên kirin û destnîşan kir, ku di rewşa heyî de çalakiyên aştiyane wê bi kêr neyên.

Şervanê YPG'ê diyar kir, divê li dijî êrîşan çalakiyên radîkal bên kirin û ji bo vê yekê jî bang kir ku tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bibin, xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û li dijî çeteyê dagirker, mêtînger û barbaran, têkoşîna şoreşgerî mezin bikin.