Şervanê YPG’ê û şervana YPJ’ê bi merasîmên girseyî hatin oxirkirin
Şervanê YPG’ê Albayrak li Qersê, şervana YPJ’ê Kubra Polat li Dihê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Şervanê YPG’ê Albayrak li Qersê, şervana YPJ’ê Kubra Polat li Dihê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Şervanê YPG’ê Albayrak li Qersê, şervana YPJ’ê Kubra Polat li Dihê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
JI BO POLAT LI DIHÊ MERASÎMA BI HEYBET
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Kubra Polat (Zîlan Înan) a li Rojava di operasyona Fermandar Rûbar Qamîşlo şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Dihê ya Sêrtê bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Kubra Polat (Zîlan Înan) a 7'ê Hezîranê di hamleya Fermandar Rûbar Qamîşlo şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Polat piştî karên otospiyê ji Silopiyayê bi konvoyekê anîn Dihê. Darbesta Polat ji aliyê jinan ve hate wergirtin û birin Mizgefta Faraç. Parlamenterên HDP'ê, rêveberên HDP û DBP'ê û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û PKK'ê hatin hilgirtin. Piştî wecîbeyên olî darbesta Polat bi dirûşmên "Ey şehîd xwina te li erdê namine", "Bijî YPG, YPJ" û "YPG Tolhiladan" birin Goristana Zeviyeyê. Cenazeyê Polat pişt meşê li goristanê bi dûayan hate definkirin.
Dayika Şervana YPJ'ê Polat Fehîme Polat diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha got: "Kubra tenê şehîda min nîn e ya hemû Kurdistanê ye."
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn welatî derbasî Taxa Kinas Tepe bûn û sersaxî ji malbatê re xwestin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nesîm Taşkan ê di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest da jî ji bo definkirinê şandin navçeya Berwerî ya Sêrtê.
CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê NURETTÎN ALBAYRAK LI QERSÊ HAT DEFNKIRIN
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nurettîn Albayrak (Ozgur Dogan) ê li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Qersê bi tevlîbûna hezaran kesan hate oxirkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nurettîn Albayrak (Ozgur Dogan) ê li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Tuygun ê navçeya Selîmê ya Qersê hate definkirin. Cenazeyê Albayrak piştî ji Sîlopî hate wergirtin di ketina Qersê de bi girseyî hate pêşwazîkirin. Parlementerên HDP'ê yên Qers û Îdîrê, MEYA-DER, rêveberên HDP û DBP'ê yên Qers, Îdîr û navçeyan û gelek welatiyên din tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîma cenaze de dirûşmeyên ''Şehîd Namirin'', ''Bijî Berxwedana YGP'' û ''Bijî Serok Apo'' hatin berzkirin. Parlementera HDP'ê ya Qersê Şafak Ozanli di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan Rojava û Şengal azad e û wiha got: "40 sale têkoşîn berdewam dike. Ev têkoşîn a ziman, çand û hembûnê ye. Li bin her kevirê Kurdistanê hestiyên şehîdên me hene. Şehîdên me ji bo rûmet, ziman, nasname, çand û hembûna gelê kurd canê xwe fida kirin."
Parlamenterê HDP'ê yê Îdîrê M. Emîn Adiyaman jî diyar kir ku li Kurdistanê 40 salin têkoşîn berdewam dike.
Bavê Şervanê YPG'ê Albayrak Omer Albayrak jî diyar kir ku Ozgur Dogan ji bo rûmeta gelê kurd tevlî YPG'ê bû. Albayrak anî ziman ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye.
Piştre wecîbeyên olî pêk hatin û cenazeyê Albayrak bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate definkirin.