Şervanê YPG’ê Sadiq hat veşartin
Şervanê YPG’ê Ceger Sadiq li Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl Hogir bi merasîmekê ve hate veşartin.
Şervanê YPG’ê Ceger Sadiq li Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl Hogir bi merasîmekê ve hate veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê bi armanca wergirtina cenazeyê têkoşer, li pêşiya navenda Heyva Sor a Kurd kom bûn. Şêniyan cenazeyê Şervanê YPG’ê Mesud Omer (Ceger Sadiq) ê ku di 12’ê Îlonê de li gundê Ezawî yê girêdayî herêma Şedadê jiyana xwe ji dest dabû, wergirtin û ber bi goristana Şehîd Îsmaîl Hogir ve ketin rê.
Welatiyan alên YPG/YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên ‘Şehîd Namrin’ berz kirin.
Li goristanê şervanan cenazeyê têkoşer hilgirtin ser milên xwe û derbasî cihê merasîmê kirin. Paşê Endamên Erka Xweparastinê merasîma leşkerî li dar xistin.
Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Selman Şêxê û Apê Têkoşer Ebdo Omer, axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbata servanê YPGꞌê Ceger Sadiq re xwestin û gotin ku destkeftiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin, hemû bi saya xwîna şehîdan e û soza şopandina riya têkoşeran nû kirin.
Paşê nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê Têkoşer Ceger Sadiq di nava tilîlî û dirûşmeyan de hate definkirin.