Şervanê YPG'ê Kol ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Îsmaîl Hakki Kol, bi merasîmeke ji hezaran kesî, hat veşartin.

Şervanê YPG'ê Îsmaîl Hakki Kol (Robîn Argeş) ê ku di 14'ê Hezîranê de di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li Silûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve li navçeya Silopiyê bi merasîmekê hat veşartin.

Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî cenazeyê Kol anîn Mizgefta Şehîdan a li taxa Cûdî û li vir wecîbeyên olî bi cih hatin anîn. Piştî wecîbeyên ciwanan cenazeyê Şervanê YPG'ê Kol hildan ser milan û tevî Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz, hevşaredarên herêma Şirnex, hevserok û rêveberên herêmê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi hezaran welatî ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê ve meşiyan. 

Di meşê de alên KCK, PKK'ê, YPG'ê YJA-Starê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û şervanê YPG'ê Îsmaîl Hakki Kol (Robîn Argeş) hatin hilgirtin. Heta ku girse gihîşt goristanê bê navber diruşmên, "Şehîd namirin" , "Ey şehîd rêya te rêya me ye" , "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Piştî ku bi hezaran welatî gihîştin goristanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Cizîrê Mele Qasim Yîgît axivî û sersaxî ji malbata kol û gelê kurd re xwest. Yîgît got ku Kol bi ruhê xwe yê ciwan û berxwedêr mizgîniya Pêngava Hezîranê da gelê Botanê û ew ê her tim li pey şopa şehîdên xwe bin. 

Piştî Yîgît, Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyidiz jî axivî û got, "Ev şehadetên mezin in, bar û êşên giranin lê di heman demê de ev şehadet rûmeteke mezin e jî. Ev heval tenê ne rûmeta gelê kurd, rûmeta hemû mirovahiyê diparêzin. Rûmeta mirovahiyê emanetî Şehîd Robîn Argeş'an e." 

'TEMENÊ WAN BIÇÛK E LÊ DILÊ WAN MEZIN E'

Sariyildiz destnîşan kir ku zarokên kurd bêxîretiyê an jî bindestiyê qebûl nakin û wiha pêde çû; "Zarokên me bi xîret in, temenê wan biçûk e lê dilê wan mezin e. Qehremanên me her yek weke pehlewanekî ye. Dinya hemû bi berxwedana zarokên kurdan qehremantiya kurdan nas kir. Divê parastina rûmeta mirovahiyê ne tenê para gelê kurd be. Divê cîhan hemû vê wahşetê bibîne." Sariyildiz herî dawî sersaxî ji malbatê re xwest û got ku ew ê her tim ji bo bicihanîna xeyalên cangoriyan têbikoşîn. 

'DI MEHEKE PÎROZ DE, DI ŞOREŞEKE PÎROZ DE, JI BO AXEKE PÎROZ CANÊ XWE YÊ PÎROZ DA'

Piştî Sariyildiz bavê Kol, Saît Kol jî got ku wî navê du kesayetên pîroz li kurê xwe kiribû û ev tişt anîn ; "Dema 10'ê Adara 99'an hat dinê min navê Hakkî Karer lê kiribû, bavê min jî navê Îsmaîl Pêxember lê kir. Me navê wî kir Îsmaîl Hakkî, du navên pîroz. Bi rastî di temenek biçûk de di mehek pîroz de, di şoreşek pîroz de ji bo axeke pîroz canê xwe yê pîroz da. Bi şehadeta wî em serbilind û serfiraz in. Em ti carî ji bo şehadeta wî xemgîn nabin ji ber ku Şehîd Robîn ji bo rizgarkirina axa Kurdistanê canê xwe feda kiriye." 

Bav Kol pêngava rizgarkirina Girê Spî bi bîr xist û diyar kir ku piştî şoreşa Robîn canê xwe feda kirî, encama şoreşê bû serketin û ev jî ji bo malbatê pir bi wate ye. Bav Kol herî dawî sipasiyên xwe ji gel re kir û diyar kir ku kurê wî tenê ne şehîdê malbatê yê tevahiya gelê Kurd e.

Piştî axaftinan dayika Kol Zozan Kol darbesta kurê xwe ramûsand û got ku, "Şervanê min ê biçûk oxir be ji te re." Bi van gotinên dayik Zozan re kêliyên hestiyar hat jiyîn.

Piştî cenazeyê şervanê YPG'ê Kol li ber dirûşmên, "Şehîd namirin" definkirin, welatî çûn serdana konê sersaxiyê yê li taxa Zagros hatiye vedan.