Şervanê YPG’ê Çokşen spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Serkan Çokşen (Sîdar Çekdar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, tevî astengiya polîsan jî ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Serkan Çokşen (Sîdar Çekdar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, tevî astengiya polîsan jî ji aliyê hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Serkan Çokşen (Sîdar Çekdar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, tevî astengiya polîsan jî ji aliyê hezaran ve li gundê Tetergazî yê Milazgir a Mûşê spartin axê. Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Mûşê, Hevşaredarên Milazgirê, rêveberên HDP û DBP’ê yên Milazgirê û bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. Li ser bûyera ku ji ber polîsan xwest cenaze di ketina navçeyê de asteng bikin derket, kesek ji ber bombeya gazê ya li bedena wî ket birîndar bû. Piştî bûyerê bi hezaran welatiyan cenazeyê şervanê YPG’ê Çokşen birin gundê Tetergazî. Welatiyan cenaze di ketina gund de girtin ser milan û anîn mizgefta gund.

Welatiyan cenaze ji wir jî li milan birin goristana gund a 2 kîlometre dûrî gund. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin, dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG" hatin gotin. Cenazeyê Çokşen li goristana gund hat defnkirin.

Namzetê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim ê di merasîma cenaze de axivî got, “Bi saya gerîlayên Kurd pêşeroja me ronak e. Ev têkoşîn bi saya wan gihişt vê astê.”

Zeynel Çokşen birayê şervanê YPG’ê Serkan Çokşen jî got ku Ocalan ji bo mirovatî ji nû ve şîn bibe tovê mirovatiyekê di nav vî gelî de çand û wiha axivî: "Ev şehîdên me ne. Em heta îro bi saya şehîdên xwe li ser piyan man.”

Piştî axaftinan ji bo şervanê YPG’ê Serkan Çokşen konê taziyeyê hat vedan.