Şervanê YPG’ê Cimşîd hat oxirkirin
Şervanê YPG’ê Mihemed Cemal Elo (Cimşîd) ku li Girê Spî pêlê mayînê kir û jiyana xwe ji dest da, li Qamişlo bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Ji bo Cimşîd li ber Mala Gel a Taxa Enteriye ya Qamişlo merasîmeke cenazeyê pêk hat. Cenaze ji vir hat girtin û ber bi Goristana Şehîd Saruxan hat rêkirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG,YPJ û TEV-DEM’ê, posterên şehîdan hatin hildan.
Hevalên şervanê YPG’ê Cimşîd li wir merasîmek leşkerî pêk anîn. Piştî merasîma leşkerî, serokê Konseya Parastina Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saruxan diyar kir ku şervanê YPG’ê Cimşîd bi dehan carî birîndar bûye lê eniya şer terk nekiriye. Sarûxan got wê girêdayê bîranîna şehîdan bin û serkekftina hatiye qezenckirin jî ji bo gelê me girînge.
Piştî axaftinan belgeya şehadeta Cimşîd dan malbatê.