Şervanê YPG’ê Cemîl Encu jiyana xwe ji dest da
Şervanê YPG’ê Cemîl Encu (Haydar Goyî) ê 27 salî û ji Roboskî ye di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de birîndar bibû. Encu li Kobanê li nexweşxaneya tedawî didît duh jiyana xwe ji dest da.
Şervanê YPG’ê Cemîl Encu (Haydar Goyî) ê 27 salî û ji Roboskî ye di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de birîndar bibû. Encu li Kobanê li nexweşxaneya tedawî didît duh jiyana xwe ji dest da.
Şervanê YPG’ê Cemîl Encu (Haydar Goyî) ê 27 salî û ji Roboskî ye di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de birîndar bibû. Encu li Kobanê li nexweşxaneya tedawî didît duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Encu îro ji aliyê malbatê ve ji deriyê sînor hat wergirtin.
Cenaze ji bo otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Riha.
Bi sedan kesên li ber Saziya Tiba Edlî kom bûn, çete û komkujiya pêk anîn lanet kirin.
Hat ragihandin ku piştî otopsiyê wê cenazeyê Encu ji bo defnkirinê bibin gundê Roboskî.
Balafirên Artêşa Tirk 28'ê Kanûna 2011'an welatiyên Roboskî bombebaran kiribûn û di encama vê bombebaranê de 34 welatî ku xizmên Encu jî di nav de bûn jiyana xwe ji dest dabûn.