Şervanê YPG’ê Bahoz Til Temir ê artêşa Tirk birîndar kiribû, jiyana xwe ji dest da

YPG’ê diyar kir ku şeva 6’ê Îlonê saet 22.00’yan arteşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser maşîneyeke wan û di encama vê êrîşê de ji 2 hevrêyên wan ên birîndar bûyî Bahoz Til Temir tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û şehîd bûye.

Navenda Ragihandin Yekîneyên Parastina Gel di daxuyaniya xwe ya nivîskî de di serî de ji malbata şehîd,ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê xwest û got; “…bejna xwe li ber bîranînên şehîd ditewînin. Soza tolhildana xwîna pakrewan û şopandina meşa wan em careke din nû dikin û dibêjin heta armancên wan ên azad pêk were em ê nesekinin.”

Nasnameya têkoşerê YPG’ê wiha ye;

Nasnav: Bahoz Til Temir

Nav û Paşnav: Telal Îniz

Navê Dayikê: Şaha

Navê Bav: Ehmed

Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê

Cih Û Dîroka Şehadetê: Gundê Eyndiwer / 06 Îlon 2016