Şervanê Sûtoro Heydo spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Sûtoro Ebdulehed Andros Heydo yê li bajarê Qamişlo, dema erka xwe pêk dianî jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Goristana Gundê Berbeyt hate oxirkirin.

Cenazeyê endamê Hêzên Sûtoro Ebdulehed Andros Heydo yê li bajarê Qamişlo, dema erka xwe pêk dianî jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê li Goristana Gundê Berbeyt hate oxirkirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê  bi hemû pêkhateyên, endamên hêzên asayîşê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG/YPJ), Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan û nûnerên Saziyan Civaka sîvîl bi armanca oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Sûtoro Ebdulehed Andros Heydo li pêşiya malê kom bûn.

Endamên Hêzên Sûtoro cenazeyê hevalên li ser milên xwe kirin û bi karwanekî berê xwe dan Dêra Mar Şamonî. Li wir jî merasîmeke olî hate lidarxistin.

Piştre Rêveberê Partiya Yekîtiya Suryan Afram Ishaq axivî û sersaxî ji malbata têkoşer re xwest. Ashaq diyar kir ku gelên Rojava bi hemû pêkhateyên wê ji bo parastina cane xwe feda dikin û destnîşan kir ku di vê merheleya de tê xwestin ku bi yekrêzî gelê me li hemberî êrîşên dijminên mirovahiyê DAIŞ‘ê têbikoşe.

Endamê Hêzên Sûtoro Melkê Rabû da zanîn ku têkoşer Ebdulehed tevlî kerwanê têkoşeran bû û bûye ronahiya rêya gelan, şehadeta Ebdulehed hêza asta têkoşîna me bilind kir.

Piştî ku merasîma olî bi dawî bû, girse bi karwanekî wesayîtan ber bi gundê Berebeyt ve ketin rê.

Li goristanê hêzên Sûtoro merasîmeke leşkerî li dar xistin. Li ser navê malbatê têkoşer Jorj Heydo bi zimanê Kurdî û Suryanî axivî û soza domandina rêya têkoşeran da.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Hovîk Isa  li ser beşdarbûna hêzên Sûtoro ji destpêka şoreşê heya niha û soz da ku ew ê rêya têkoşînê dewam bikin heta rizgarkirina hemû gelên bi dest.

Di merasîmê de endama Komîteya Têkiliyan a PYD‘ê Mihemed Derwîş bang yekîtiya hemû pêkhateyan kir.

Endamên Sûtoro cenazeyê hevalên xwe li ser milên xwe kirin di nava dirûşman de spartin axê.