Şervanê MLKP'ê Aksakal li Stûttgartê hat bîranîn

Şervanê MLKP'ê yê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş), di 21'ê Hezîranê roja Yekşemê li salona Konferansê ya Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Stûttgartê (Gîk-Der) a ser bi AGÎF'ê, hat bîranîn.

Şervanê MLKP'ê yê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş), di 21'ê Hezîranê roja Yekşemê li salona Konferansê ya Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Stûttgartê (Gîk-Der) a ser bi AGÎF'ê, hat bîranîn.

Tevî nûnerên Navenda Civaka Kurd ya Stûttgartê, Navenda Çandê ya Tohûm û SYKP’ê, zêdeyî 50 kes beşdarî merasîma bîranînê bû. Bîranîn, di şexsê şervanê MLKP’ê Halîl Aksakal ê di 18’ê Hezîranê de li Girê Spî di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû cangoriyên têkoşîna azadyê, sosyalîzm û şoreşa Rojava, destpê kir.

Nûnerê AGÎF’ê di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku şerên mezin bi dayîna berdêlên mezin re tê qezençkirin û anî ziman ku yek ji van berdêlan jî Halîl Aksakal e. Nûnerê AGÎF'ê destnîşan kir ku jinên herî xweş ên weke Arîn Mîrxan, Sîbel Işik û Îvana Hoffmann, mil bi mêrên herî kirêt ên cîhanê didin danîn û anî ziman ku pira biratiyê ya li Rojava, hêzên emperyalîst û paşverû têk biriye.

Merasîma bîranînê bi xwendina peyamên Fermandariya MLKP û Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal dewam kir.

Di peyaman de hat gotin, "Hevrê Mazlûm komunîstekî ji neteweya Ereban bû. Li dijî çeteyên faşîzan ên DAIŞ'ê rûmeta gelê Ereb parastiye û di vê rê de şervanî kiriye. Ji Til Hemîs heta Cezayê ji Mebrûkan heta Hesekê, ji Til Temir heta Serêkaniyê, ji kantona Cizîrê heta eniyê din wek operasyonvan, hewanvan, bikarhênerê bîsvîng, bîksî cih girtiye û fermandarekî ku bawerî dida her kesên li gel xwe. Hevrê Mazlûm li nava yekîneyên di nav de cih digirt, bi taktîk û gavên xwe yên wêrekî, derdiket pêş."

Di bîranînê de hevpeyvîna Ronahî TV ya beriya niha bi Halîl Aksakal re kiribû, hat weşandin û bîranîn bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

...