Şervanê Ereb Aksakal wê li Kolnê were bîranîn

Ji bo endamê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) ê ji MLKP'yî yê di operasyona azadkirina Girê Spî de jiyana xwe ji dest da, wê îro li bajarê Elmanya Kolnê merasîmeke bîranînê were lidarxistin.

Merasîma bîranê wê saet di 14:00 de li lokala Komeleya Çanda Multî destpê bike û serdanên serxweşiyê heta saet 21:00 dewam bike.

Serdanên serxweşiyê her wiha wê sibe saet di navbera 11:00 - 21:00 de jî werin qebûlkirin. Navnîşana Komeleya Çanda Multî cihê serxweşiyê bi vî rengî ye: Frankfurter Str 18, 51065 Koln.