Şervanê ARGK’ê Aka li Amedê hat veşartin

Şervanê ARGK’ê Şakir Amed (Egîd Heval) ê di pevçûneke sala 1991’an li navçeya Palû ya Elezîzê jiyana xwe ji dest da û piştî 24 salan ji goristana bêkesan a Elezîzê a lê hatibû veşartin hat girtin, anîn li Amedê veşartin.

Cenazeyê şervanê ARGK’ê Şakir Amed (Egîd Heval) ê di pevçûneke sala 1991’an li navçeya Palû ya Elezîzê jiyana xwe ji dest da ku li goristana bêkesan a Elezîzê hatibû veşartin, di encama serlêdana malbata wî ya li Serdozgeriya Komarê ya Palûyê de hat girtin û anîn Amedê. Cenazeyê Aka anîn Mizgefta Navend a Yenîkoyê û piştî wecîbeyên alî, cenaze anîn Goristana Yenîkoyê. Di meşa ku gelek welatî tevlîbûn wêneyên Aka û flamayên PKK’ê hatin hilgirtin, di dema definkirinê de tim dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” hatin gotin.

Piştî cenaze hat definkirin li ber gorê deqeyek hat rêzgirtin. Bavê gerîlayê ARGK’ê Mehmet Aka yê di merasîmê de axivî diyar kir ku zarokên Kurdan ji bo têkoşîna azadiyê bê teredût canê xwe feda kirine. Bav Aka yê zêde nekarî biaxive, helbesta ji bo kurê xwe nivîsandî xwend.

Piştî axaftinan girseya gel bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”  belav bû.