Şervana YPJ'ê Çoko, şervanên YPG'ê Barî, Tûrgay û Say hatin oxirkirin

Şervana YPJ'ê Tersa Çoko li Qoserê, şervanên YPG'ê Baran Barî li Bedlîsê, Mûstafa Tûrgay li Amedê û Şaabettîn Say jî li Farqînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Şervana YPJ'ê Tersa Çoko li Qoserê, şervanên YPG'ê Baran Barî li Bedlîsê, Mûstafa Tûrgay li Amedê û Şaabettîn Say jî li Farqînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

ÇOKO LI SER MILÊ JINAN BER BI RÊWÎTIYA DAWÎ VE HAT OXIRKIRIN

Cenazeyê şervana YPJ'ê Tersa Çoko (Têkoşîn Dêrsim) a ku li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Sîlopiyê hat wergirtin û anîn navçeya Qoserê ya Mêrdînê. 

Cenazeyê Çoko li navçeyê ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û cenaze birin mala lê hatî dinê ya li taxa Cûmhûriyetê. Piştre darbesta Çoko ji aliyê jinan ve hate wergirtin û birin goristana li taxa Medyayê. Li goristanê Hevserokê MEYA-DER'ê Abdullatîf Tabar axivî û diyar kir ku têkoşîna ciwanên Kurd ti carî nayê ji bîr kirin.

Dayika Çoko Şukriye Çoko jî diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e û got: "Mafê min ji te re helel be. Te ji bo vî gelî canê xwe feda kir. Ez ê her tim bi têkoşîna te dayî serbilind bim."

Piştî axaftinan cenaze li ber duayan hat veşartin.

ÛLÛBAY LI ŞEHÎDGEHA XERZANÊ HAT VEŞARTIN

Cenazeyê şervanê YPG'ê Şahîn Ûlûbay (Baran Barî) ê ku di 7'ê Hezîranê de li Serêkaniyê di operasyonan Pêngava Fermandare Rûbar Qamîşlo de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Şehîdgeha Xerzanê ya li Bedlîsê hat definkirin. 

Cenazeyê Ûlûbay piştî karên otopsiyê yên li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ber bi Bedlîsê ve hat birêkirin. Cenazeyê Ûlûbay li Tesîsên Buzlupinarê bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Piştre konvoya cenaze ber bi "Şehîdgeha Xerzanê" ve derxistin rê. Konvoya cenaze 500 metre nêzî goristanê rawestiya û girseya gel a ji wesayîtan peya bû darbesta Ûlûbay danî ser piyan û bi meşê ber bi goristanê ve birin. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin, wêneyên Ûlûbay hatin hilgirtin. Hevşaredarên Bedlîs, Motkî, Yolalan, Norşîn û cihên din, MEYA-DER, DBP, HDP û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn.

Li Şehîdgeha Xerzanê ji bo Ûlûbay merasîm pêk hat. Piştî rêzgirtin û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" Hevseroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Bedlîsê Saadet Çaçan axivî û got: "Şehîdê yê hemû Kurdistanê ye. Em ê her tim di rêya şehîdên xwe de bimeşin."

Dayika Ûlûbay Gulçîn Ûlûbay jî spasî li hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir û got: "Bila gelê kurd bibe yek. Serê Serok Apo sax be." Bavê Ûlûbay Tûran Ûlûbay jî wiha got: “Şehîdê me şehîdê hemû Kurdistanê ye. Em bi şehîdê xwe serbilind in. Ji ber ku li hemberî zaliman li cem mezlûman rawestiya û parastin."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Bedlîsê Enver Barîn jî got: "Serê Birêz Abdullah Ocalan û hemû Kurdistanê sax be."

Piştî axaftinan cenazeyê Ûlûbay li şehîdgehê bi duayan hate definkirin.

JI BO TÛRGAY LI AMEDÊ BI BEŞDARIYA HEZARAN KESÎ MERASÎMEK HAT LIDARXISTIN

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûstafa Tûrgay (Laşer Amed) ê ku di 8'ê adarê de li herêma Til Temir di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevbûna hezaran kesan li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Cenazeyên şervanên YPG'ê Mûstafa Tûrgay (Laşer Amed) û Abdulkadîr Dûrgûn (Şerzan Baz) û Gerîlaya YJA-Star Yagmur Tekdal ( Sarya Amara) piştî karên otopsiyê yên li Sîlopiyê ber bi Amedê ve derxistin rê. Konvoya cenazeyan li duryana Bîsmîlê ji aliyê gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin û piştre anîn navenda bajar. Konvoya cenazeyan di bin nîşaneyên serketinê de derbasî Goristana Yenîkoyê bû.

Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta goristanê cenazeyê Tûrgay ji aliyê welatiyan ve bi dirûşmeyên "YPG lê dide Kurdistanê ava dike" û "Şehîd namirin" ber bi cihê lê bê definkirin ve birin. Piştî karên definkirinê Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku ji bo xeyala gerîlayên şehîd ketin pêk bînin wê her tim têbikoş in. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku ew bi saya kesên jiyana xwe ji dest dan hatin vê astê.

Birayê Tûrgay Mehmet Tûrgay jî diyar kir ku birayê wî şehîdê Kurdistanê ye û got: "Divê em têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest da her tim bilind bikin."

Piştî axaftina û karên definkirinê Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulkadîr (Şerzan Amed Baz) ber bi Pîranê û Cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Yagmûr Tekdal (Sarya Amara) jî ber bi Liceyê ve derxistin rê.

Sersaxiyên ji bo malbata Tûrgay 3 rojan wê li Mala Şînê ya Dercîmtî bên qebûlkirin.

SAY LI FARQÎNÊ HAT VEŞARTIN

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Şaahabettîn Say (Bawer Jiyan Amed) ê ku di 7'ê Hezîranê de li Serêkaniyê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Hemê Reşo yê navçeya Farqînê ya Amedê bi girseyî hat definkirin. Konvoya cenazeyê Say li sêr rêya Êlih û Farqînê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre ber bi gund ve birin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund darbesta Say ji aliyê welatiyan ve hat wergirtin û ber bi goristana gund ve birin. Piştî meşê cenazeyê Say li goristanê hat definkirin. Piştî karên definkirinê bavê Say Beşîr Say axivî û wiha got: "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Ji bo namûs û şerefa kurdan canê xwe feda kir."

Piştî axaftinan girseyê dirûşmeya "Şehîd namirin" berzkir. Sersaxiyên ji bo malbata Say wê li gund bên qebûlkirin.

...