Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di encama îxbara serokê AKP’ya navçeya Qelqeliya Wanê de gerîlayek li nêzî gundê Kultepeyê jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama îxbara serokê AKP’ya navçeya Qelqeliya Wanê de gerîlayek li nêzî gundê Kultepeyê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 13’ê Tebaxê de, li nêzî gundê Kultepe yê navçeya Qelqeliya Wanê ji ber îxbara Serokê AKP’ya navçeya Qelqeliyê, di navbera leşkreên artêşa dagirker a tirk û gerîalyên me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna qewimî de 1 yuzbaşi, çawişek pispor hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.Di encama pevçûnê de hevalê me gihiştiye şehadetê.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku gerîlayê jiyana xwe ji dest da ye: Welsîh Parisa, bi nasnavê Harûn Agirî, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.