Serketina hilbijartinê li Aûgsbûrgê hat pîrozkirin
Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, li Aûgsbûrgê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, li Aûgsbûrgê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, li bajarê Elmanya Aûgsbûrgê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Platforma HDP'ê ya hilbijartinê bi vê armancê li salona Dêra Ortodoks a Suryaniyan şahiyek ji bernameyeke çandê lidar xist û tevî bajarê Aûgsbûrgê ji bajar û bajarokên derdorê gelek mirov beşdar bûn.
Girseya gel li ber stranên Hasan Saglam, Kuçuk Mahsûnî, Koma Avaşîn, Çetîn Oraner û Onûr Olgûn govend gerand. Di axaftinên li pîrozbahiyê de hilbijartinên 7'ê Hezîranê û pêvajoya hilbijartinê hat vegotin.
Hat ragihandin ku HDP bi hilweşandina benda ji sedî 10'an re serketineke mezin bi dest xistiye û dawî li desthilatdariya AKP'ê ya 13 salan aniye. Qisekeran, mirovên di Berxwedana Gezî, çalakiyên ji bo Kobanê û êrîşên bombeyî yên li Amedê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. Her wiha hat bibîrxistin ku di pêvajoya hilbijartinê de zêdeyî sed caran êrîş li HDP'ê hatiğye kirin, mirov hatine qetilkirin, birîndarkirin û seqet hatine hiştin. Qisekeran êrîş şermezar kirin û dan xuyakirin ku berpirsyarê vê tabloya giran Erdogan û AKP ye.
Di çalakiyê de her wiha komkujiyên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyeyê li hemberî gelan dike hat şermezarkirin û serketina YPG/YPJ û hêzên Bûrkan El Firat ên li hemberî DAIŞ'ê bi qîrîna dirûşmeyan, tilîlî û çepikan hat pîrozkirin.