Serketina HDP'ê nasnameya gelan e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zaxo Zagros, hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku serketina HDP'ê serketina paradîgmaya neteweya demokratîk e.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zaxo Zagros, hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku serketina HDP'ê serketina paradîgmaya neteweya demokratîk e.

'SERKETINA HDP'Ê SERKETINA PARADÎGMAYA DEMOKRATÎK E'

Zagos serketina HDP'ê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemû jinan û tevahî gelên Mezopotamya û Anatolyayê pîroz kir û hemû welatiyên di pêvajoya hilbijartinê de jiyana xwe ji dest dan û cangoriyên azadiyê bi mînetdarî bibîr anî.

Zagros axaftina xwe wiha dewam kir: "Piştî 90 sal ji temenê Komara Tirkî ev cara yekê ye Kurd bi nasnamaya xwe û wekî partî wê cih di parlamentê de bigirin. Her çiqas Kurd avakerên resen ê Komarê bin jî, lê mixabin ji destpêkê û heta niha her dem hatine qirkirin, rastî komkujiyê hatine û hatine înkarkirin. Lewma mirov dikare bêje ku ev encam di heman demê de serketina tekoşîna 40 salan e ku Tevgera Azadiya Kurdistan bi rêberiya Rêber APO li hember vê polîtakayê daye meşandin e. Her wiha ji aliyê esasî ve serketina HDP'ê de serketina paradîgmaya neteweya demokratîk e. Li hember paradîgmaya netewe dewlet a ku AKP û Erdogan nûnertiya wê dikin, serketina paradîgmaya neteweya demokratîk e. Piştî ezmûna Rojava careke din hat dîtin ku projeya neteweya demokratîk wê bibe rêya çareseriya hemû pirsgirêkên heyî. Ji ber ku piştî 200 salan cara yekem e wê hemû nasname bi cewaziyên xwe, xwe bi awayekî azad bînin ser ziman, pênase bikin û di nava partiyeke hevbeş de xwe bi rêxistin bikin. Ev jî tê wateya ku netewe-dewlet  mîlada xwe tijî kiriye û ji bilî derxistina aloziyan xizmetê ji tiştekî re nake."

'PROJEYA RÊBER APO BI SER KET'

Zagros ev xal destnîşan kir: "Gelek kes dibêjin êrîşên li Kobanê, Agirî, Mersîn, Edene û herî dawî êrîşa Amedê hişt ku HDP bendê derbas bike. Dibe ku bandora van bûyeran hebû, lê belê eger xeta siyasî ya HDP xwe nesparta têgeha neteweya demokratîk û hemû nasnameyên bindest negirtana nava xwe û eger ku azadiya jin wekî pirsgirêkeke sereke negirtana dest,  tenê bi bandora van bûyeran wê nikarîbûna bendê derbas bikirana. Her wiha sedema bengehîn a vê serketinê xeta siyaseta demokratîk a ku HDP nûnertiya wê dike ye. Ji ber ku di serî de AKP û hêzên paşverû û nîjadperest vê projeyê ji bo xwe mîna metirsiyê dibînin, lewma ewqas êrîş dikin. Armanca êrîşên AKP'ê û sîxurên wê pê ve girêdayî ye ku dîsa Kurdan û hemû nasnameyên din li derve bihêlin û hegemonya xwe berdewam bikin. Çavsoriya ku dan nîşan dan hemû bi ne hezimkirina wan ve girêdayî ye. Ev neteweya demokratîk mirina xwe dibînin û ji bo pêşiya wê bigirin wê ji niha û şûnve jî van êrîşên xwe bi rêbazên cuda berdewam bikin. Lê di encamê de tevî hemû dek, dolab û hewildanên kirêt jî projeya Rêber APO bi serket û ev jî bi qasî  serketina gelane, ewqas jî serketina jinan e."

'HDP'Ê MORA XE LI DÎROKÊ DA'

Zagros hemû jinên ku di hilbijartinan de ji bo HDP bendê derbas bike ked dan pîroz û silav kir. 
Zagros anî ziman ku HDP'ê mora xwe daniye binê gavên dîrokî û destnîşan kir ku eyk ji van gavan jî; cara yekê ye jin bi rêjeya %48 di nava partiyekê de li Tirkiyê beşdarî hilbijartinan dibe. 

Zagros axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev gaveke girîng e ji bo tekoşîna azadiya jinê. Bi rastî jî yek ji pirsgirêkên sereke yên civaka Kurdistan û Tirkiyê pirsgirêkê zayendîperestiya civakê ye. Heta niha partiyên heyî, siyasetê karê mêran dibînin û her tiştî bi aqil û hişê mêr bi rê ve dibin. Jin ji ber ku di nav siyaseta heyî de di warê çendanî û çawanî de jin kêmin ev di siyasetê de,  dibe sedema bingehîn a aloziyan. Ji ber ku aqil û hişê mêr tenê di çarçoveya desthilatdarî, zor û qezencê de herî zêde pêş dikeve. Di pêdiviyên civakê de bêhtir pêdiviyên desthilatdarî û dewletê de bingeh tê girtin. Ez bawerim ku tevlîbûna jinan wê di têgeha siyasetê de guhertineke mezin çêbike. Wê siyaset hîn demokrat, hîn civakî û hîn bêhtir aştîxwaz bike. Pergala desthilatdariya mêr, siyaset ji naveroka wê dûrxistiye û li şûna ku pirsgirêkên civakê çareser bike, berevajî hîn girantir dike. Dema siyaset tê gotin, derew, berjewendî, dek û dolab, xapandin û durûtî tê bîra mirov. Lewma pêwîstî bi guhertina vê rewşê heye. Di vê der barê de jin kare roleke sereke bilîze. Ji ber ên ku herî zêde bûne qurbanê vê rêbaza siyasetê jin in. Di vê jin pêşengiya siyaseta demokratîk, bi exlaq û bi pirensîb bikin. Divê em baş bizanin ku a girîng ev e; ku em neşibin mêra  û em nebin karîkaturên wan. Bi qasî ku em bi aqil û hestên demokratîk, azadîxwaz, bi wijdan û bipirensîb tevbigerin, em ê ewqas xizmetê ji civaka exlaqî û polîtîk re bikin û em ê azadiya jinê pêş bixin. Bi vê ferastê eger jin tevbigerin ez bawerim ku wê di demeke kin de werçerxaneke mezin di hiş û mejiyê civaka zayendperest de çêbikin." 

'HDP'Ê PÊŞÎ LI YEKÎTIYÊ VEKIR'

Zagros da xuyakirin ku neteweya jin a ji gelek gelek ziman, bawerî û nasname pêk tê, di  hilbijartinan de bi ser ketiye û bibîr xist ku netewe dewlet bû sedem ku nasnameyên civakî û çandî bibin dijminê hev. Zagros got: "Her wiha  pergala netew-dewletê ku xwe dispêre nîjadperesetî, olperestî û mezhebperestiyê refê jinan jî perçe kir. Tevî ku hemû jin bi heman zilm û zorê re rû birû dimînin jî, lê ev têgeh nedihişt ku yekîtiya jinan çêbibe û hevbeş têbikoşin. HDP, bi qasî ku bi têgeha neteweya-demokratîk rê li ber yekîtiya gelan vekir, ewqas jî rê li ber yekîtiya jinan vekir. Ev jî di pêşerojê de ji bo xurtkirin û pêşxistina rêxistineke jinan a xweser û hevbeş di asta Tirkiyê de wê bi awayekî erênî bandorê bike. Ji ber eger em dixwazin civakê demokratîze bikin û zayendperestiya civakî biguherînin, pêwîste em rêxistinên xwe yên taybet û xweser çêbikin. Ez bawerim ku jinên di nava HDP’ê de cih digirin wê bi demê re gaveke wiha biavêjin û ev wê hem ji bo tekoşîna demokrasî di hundurê HDP de, hem jî ji bo têkoşîna azadiya jinên Tirkî roleke mezin bilîze. Di vê der barê de ezmûna jinên Kurd pir zengîne, kare ji vê ezmûnê jî sûd werbigirin. Ji ber dîroka tevgera azadiya jinên Kurdistanê da nîşandan ku eger jin bi awayekî xweser û serbixwe xwe  bi rêxistin neke, nikare di rêxistinên giştî de tekoşîneke bi bandor bike. Jinên ku di nav HDP’ê de cih digirin ez bawerim ku wê encamên gelek xurt ji van ezmûnan derxin û wê roleke girîng di guhertina têgeha siyasî de bilîzin."

Zagros diyar kir ku serketina HDP'ê serketina projeya neteweya-demokratîk e û avakerê wê jî Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan’e. Zagros ragihand ku Rêberê Gelê Kurd di girtîgeha Îmraliyê de şoreşeke ramanî çêkiriye. Zagros wiha bedewam kir: "Paradîgmaya ku xwe dispêre netewe-dewlet, endustriyalîzm û kapîtalîzmê xiste bin rûdizkê de û rastiya wê deşîfre kir. Her wiha gihaşt encama ku ev her sê hespê mehşerê ê ku modêrnîteya Kapitalist pêş dixe, ji koletî, zilm, zordarî û xirabiyê bêhtir tiştekî ji mirovahiyê re ne bexşandiye. Li hember vê jî weke alternatîf, projeya neteweya-demoratîk, civaka ekonomîk, ekolojîk û jîna azad pêş xistiye. Di destpêkê de her kes vê wek utopiya didîtin û digotin wê çawa jiyaneke bê dewlet bê meşandin. Lê belê di ezmûna Rojava de û bi projeya HDP’ê re, rastiya vê projê derket holê. Di pratîkê de hate diyarkirin ku modela neteweya-demokratîk, modela herî resen e ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û Tirkiyê."

'SIYASETA AKP'Ê ÎFLAS KIR'

Serketina HDP'ê û binketina AKP'ê di Kurdistanê de, careke din da diyarkirin ku nûnerê Kurdan di qada legal de HDP ye. Dîsa raya giştî a Tirk hevbeş in ku yek ji pirsgirêkên sereke pirsgirêka Kurd de û divê berî her tiştê ev bê çareserkirin. Ji bo wê jî kîjan hikûmet çêdibe û kî tê de cih bigire divê bi vê rastiyê ve girêdayî tevbigere. Divê ji nû ve û bi rêbazên rast ev pirsgirêk bê dest girtin û bê çareserkirin. Siyaseta AKP'ê di vê der barê de îflas kir. Careke din derket holê ku kî bi awayekî sivik, bê cîddiyet û bêberpirsyarî nêzî pirsgirêka Kurd bibe wê winda bike. Lewma hikûmeta ku çêbibe berî her tiştî divê program û stratejiya xwe der barê pêvejoya çareseriyê a ku Rêber APO di sala 2013 de dekelere kir û 10 madeyên aşkera kiribû bibîne û di ser de neqevize. Bê guman gelek pirsgirêkên Tirkiyê hene, lê mifta çareseriya hemû pisgirêkan bi çareseriya pirsgirêka gelê Kurd ve girêdayê ye. Di vê der barê de azadiya Rêber APO şertê bingehîn e ji bo serketina vê pêvajoyê. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî  cidî û bi selametî bi rêve were birin divê pergala Îmrali ji holê rabe û Rêber APO serbest be. Ji ber muzakere ancax di navbera kesên xwedî derfetên wekhev de çêbibe. Mûxatebê pirsgirêkê girtî hiştin û têkiliya bi rêxistina wî û gelî wî re qutkirin tenê yek navê wê heye ew jî xapandine. Lîstok e û armanca wê tesfiyekirine. Eger bi rastî jî tê xwestin ku çareserî çêbibe, wê demê divê Rêber APO di rewşeke azad û wekhev de vê pêvejoyê bi rêve bibe. Ez bawerim di vê der barê de, sekna berpirsyar a ku HDP'ê heta niha da nîşandan, wê ji niha û pê ve jî nîşan bide. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê zemîn parlament e û ji bo guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê rolekî mezin dikeve ser parlementerên HDP'ê."

'DIVÊ RÊBER APO SERBEST BE Û MUZAKERE DESTPÊ BIKE'

Zagros da xuyakirin di van hilbijartinan de hate diyarkirin ku gelê Tirkiyeyê êdî wekî berê her tiştî napejirîne û herkes pêdiviya xwe bi demokrasiyê dibîne. Zagros axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li gorî nerîna min gelê Kurd bi helwesta xwe ya berî hilbijartinan û piştî wê da nîşan da ku gihaştiye asteke polîtîk û exlaqî. Gelê Kurd careke din şens da partiyên Tirkiyê ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bike. Naxwe ew bûyerên ku li Kurdistanê qewimîn ne ji berpirsyariya Kurdan bûya wê niha Tirkiye bibûya du perçe û biba gola xwînê. Pêwîste hemû partî vî şansî baş bikar bînin. Berevajî vê gelê Kurd ne bê çare ye û gihaştiye asta ku xwe bi xwe birêve bibe û têra xwe bike. Li ser vê bingehê gava yekemîn a ku hemû partî bavêjin divê guhertina destûra bingehîn be û ev pêvajoya çareseriyê bi zagonan bê bi ewlekirin. Rêber APO serbest bê berdan û pêvejoya mûzakereyan bê destpêkirin. Eger ev hemû bi pêş kevin wê Tirkiye hem di warê aborî de hem di siyaseta derve de, hem jî di warê gerdûnî de bibe welatê yekemîn. Ji bo ev gav bên avêtin, cesaret, cîdiyet, berpirsyarî û biryar pêwîst e. Hikûmeta ku bi van gavan destpê bike wê bi ser bikeve. Eger neke wê mîna hikûmetên berê dîsa xwe û Tirkiyeyê ber bi qeyraneke nû û dijwar ve bibe. Ez hêvîdarim ku her kes dersên rast ji van hilbijartanan derxistibe û şensê hatiye dayînbi awayekî rast bikar bîne."

...