'Serketina Girê Spî hêza demokratîkbûna gelan e'
Endama Konseya Reveber a KJK'ê Şafak Aryen da xuyakirin ku bi serketinên li Rojavayê Kurdistanê re dawî li kembera ereb hatiye anîn û destnîşan kir ku gelê KUrd pêşengiya neteweya demokratîk dike.
Endama Konseya Reveber a KJK'ê Şafak Aryen da xuyakirin ku bi serketinên li Rojavayê Kurdistanê re dawî li kembera ereb hatiye anîn û destnîşan kir ku gelê KUrd pêşengiya neteweya demokratîk dike.
Endama Konseya Reveber a Komalên Jinên Kurdistan (KJK)’ê Şafak Aryen, berxwedana YPG-YPJ a ji bo rizgarkirina Girê Spî (Til Ebyad) nirxand û got; “Gelê Kurd bi têkoşîna çil salan ji bo hemû gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hêviyeke serketineke mayînde derxistiye holê. Polîtîkayên nîjadperest ên înkarker ku bi avakirina kembera Erebî re xwestin gelê Kurd ber bi Erebbûyînê ve bibin, bi dawî bû. Bi vî awayî pergala demokratîk û nûnertiya hevbeş ji bo hemû gelan bû hêviyeke mezin. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi avakirina pergala Demokratîk û eniya berxwedanê bûye hêza îlhama hemû gel û baweriyên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn. Di van salên dawiyê de êrîşên pir mezin bi berxwedaneke bêhempa û lehengiyeke mezin ve hatin vala derxistin. Herî dawî jî Til Ebyad ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin û xetereyên li heremê kêm kirin.”
‘HÊVIYÊN GEL ÊN AZADIYÊ XURT DIBIN’
Aryen diyar kir ku Şoreşa Rojava û rizgarkirina Til Ebyed encama têkoşîna çil salan e. Ev jî di bin ronahiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi jiyanî bûye û wiha axivî: “Serketina Girê Spî divê wek yek ji berhemên têkoşîna çil salan were destgirtin. Di dîrokê de her tim bi destên hêzên derve ve polîtîkayên qirêj li ser heremê hatine pêşxistin. Di nava van salên dawî de jî hêzên derve xwestin ku di bin navê muxalefeta Sûriyeyê de hêzekê tenzîm bikin. Di encamên lihevkirinên qirêj de DAIŞ hat rêxistinkirin. Ev şêwazê DAIŞ ê hovane li hemberî jiyana gelan û azadiya jin hat pêşxistin. Lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pergala demokratîk a kantonan re ev bû alternatîfa netewe dewletê. Bi taybetî jî hêzên desthilatdar Tirkiye û AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe ev êrîş pêş xistin. Bi salan e gelê Kurd li Rojava di bin kembera Erebî de di şert û mercên nîjadperestiyeke tundûtûj de dijî. Bi avakirina pergala demokratîk ve azadiya fikir, raman û gelan hat bidestxistin.”
GELÊ KURD PÊŞENGIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DIKE
Aryen Anî ziman ku ji bo hemû gel û bawêriyên ku li Rojava dijîn naveroka kantonan hatiye tenzîmkirin. Kanton hevbeşbûna jiyana hemû neteweyan îfade dike. Êrîşên ku hatine pêşxistin li hemberî nasnameya jiyana demokratîk bi nav dike. Aryen armanca berxwedana YPG û YPJ’ê ya li Til Ebyed wiha rave kir: “Ev êrîşên hovane ku bi piştgiriya AKP’ê û cerdevantiya DAIŞ’ê hat pêşxistin ji bo hemû gelên herêmê bû sedema berxwedaneke pir mezin û gelên heremê xwe xistin bin sîwana bi ewle-pergala demokratîk. Berxwedana Kobanê wek israrkirina Neteweya-Demokratîk û avakirina jiyana azad e. Li hemberî hişmendiya DAIŞ û êrişên wê berxwedaneke mezin tê meşandin. Bi vê berxwedanê hêzên demokratik diyar kirin ku gel dikarin bi hev re bijin û parastina xwe jî hevbeş bikin. Di vê çarçoveyê de gelan dîtin ku dikarin bibin hêzeke mezin û çareseriya xwe pêş bixin.”
‘NE KEMBERA EREBÎ, KANTONÊN DEMOKRATÎK ÇARESERÎ YE’
Aryen da xuyakirin ku serketina YPG û YPJ a li herêmê asta serketina hevbeş derxistiye pêş û wiha berdewam kir “Ev siyaseta ku bi kembera Erebî re hatibû pêşxistin bi avakirina kantonan hêza neteweya demokratîk ava kiriye. Ji ber ku Kembera Erebî çareserî nedianî û pevçûn kûr dikir. Careke din hêzên nîjadperest dixwestin ku gelan bi hev bixin, lê bi eniya berxwedanê ya hevbeş û bi avakirina pergala demokratîk ev lîstik hatin valaderxistin. Di heman demê de jixwe Girê Spî qadeke stratejîk e. Di navbera Kantona Kobanê û Cizîrê de hakimiyeteke dide ava kirin. Ev jî ji bo Başûrê Kurdistanê û Rojava rista pirekê dilîze. Ev ji bo DAIŞ jî qadeke bingehîn bû. Di heman demê de navenda ku DAIŞ bi rêxistin kiriye, ji bo armancê wan dihat pêşxistin. Hêzek ku DAIŞ bi rêxistin kir, yek jê jî Tirkiye bû. Lê niha hikûmeta AKP bi binketina DAIŞ’ê derbeyeke mezin xwar.”
RÊYA CEBILXANEYA DAIŞ’Ê HAT GIRTIN
Aryen bibîr xist ku AKP di vê xetê de alîkarî dida DAIŞ û wiha pêde çû: “DAIŞ ji Girê Spî derbasî Tirkiyeyê dibû. Ev hem ji aliyê leşkerî ve wek derbekirina DAIŞ’ê ye, hem jî ji bo derbaskirina cebilxane û her wiha ji bo bêbandorkirina DAIŞ ev gaveke pir girîng bû. Ji aliyê siyasî ve bê bandorkirina DAIŞ feraseta neteweya Demokratîk xurtkirin bû. Li ser bingeha berjewendiyên gelan DAIŞ bi destê YPG-YPJ Û Burkan el Firat hat têkbirin. Ji bo têkbirina xeta azadiya gelan Tirkiyeyê alikariyê da DAIŞ û ew meşand. Lewma serketina Girê Spî ji bo destketiyên gelan pir girîng e. Em serketina Girê Spî li hemû gel û neteweyên demokratîk pîroz dikin û êrîşên ku ji aliyê hêzên derve ve tên tenzîmkirin lanet dikin. Em dibêjin ku wê ti hêz nikaribe xwe li hemberî hêza neteweya Demokratîk û azadiya gelan bigire.”