Şerê li Colemêrgê destpêkirî hê jî dewam dike

Hat ragihandin ku li Colemêrgê di navbera gerîlayên HPG/YJA-Star û leşkerên artêşa Tirk de şer derketiye û kuştî û birîndar hene.

Li Navçeya Şemzînan a Colemêrgê qedexeya ku li ser 4 gundên bi navê Tûyê, Dêman, Tîsê û Meleviya hatibû îlankirin, berdewam dike. Hat ragihandin ku li bejahiya  gundên herêmê di navbera gerîlayên HPG/YJA-Star û leşkerên artêşa  Tirk de şer derket û 4 leşker birîndar bûn û hat gotin leşkerên jiyana xwe ji dest dayî jî hene. Leşkerên birîndar bi helîkopteran anîn Qereqola Dûrakê ya li ser rêya Geverê, bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hê jî gelek ambûlans li ber Qereqola Dûrakê hatine rawestandin, rêya herêmê jî ji trafîkê re hat girtin.

şerê li herêmê hê jî berdewam dike.