Şerê gihîşt avahiya hikûmetê û gorên kolandî yên amade

Di şerê li Kobanê de bi dehan çîrokên lehengî û berxwedanê yên bên guhdarkirin hene û bi van re rûyê şer ê herî bi êş nîşan dide jî goristan in.

Di şerê li Kobanê de bi dehan çîrokên lehengî û berxwedanê yên bên guhdarkirin hene û bi van re rûyê şer ê herî bi êş nîşan dide jî goristan in. Gorên kolandînî yên amade têra vegotina şerê berdewam dike ye, zarokên ku pêlîstokên xwe yên herî jê hez dikin danîne ser gorên bavên xwe yên ji bo pêşeroja wan dibezin şer hemû peyvan bê wate dihêl e. 

Çeteyên DAIŞ'ê, dema êrîşên xwe yên li ser Kobanê zêde kir û navenda bajêr di 15'ê Cotmeha 2014'an de dorpêç kir, di ser îlana Kantona Kobanê ya xwestibûn li ser xîma Xweseriya Demokratîk ava bikin de hêj 10 meh derbas bibû. Hemû gelên li ser axa Kantonê ya dijîn û dora wan hatî girtin û ji bo jiyana nû di nava saziyên de pêk bînin ji aliyê pergalan ve taluke hate dîtin û bû hedefa çeteyan. Berê hêza Eniya El-Nûsra ku xwestibû bikeve kantonê, lê ji ber ku hêza wan têr nekir, heman rol vê carê dane DAIŞ'ê. Çeteyên ku pêşî berê xwe dabûn Misûlê, bi çekên ku li vir bi dest xistin ên ayîdên artêşa Iraqê xistibûn li bendê bûn ku berê xwe bidin bajarên din, lê berê xwe dan Şengalê ku êzîdî li wir dijîn. Piştre jî berê xwe daban Kobanê ku di navbera kantonên Efrîn û Cizîrê de ye. Armanca çeteyan ew bû ku Kobanê bixin û bê yêkê têkoliya navbera kantonan de qut bikin û bi temamî bi dest bixin bû.

Lê ev niyet, bi hêzên YPG/YPJ û hêzên ku Suriyeyeke demokratîk dixwestin mil dan milê hev re xera bû. Piştî berxwedaneke 6 mehan a li hemberê çeteyan ji çekan zêdetir bi îradeyê hatî dayîn, navenda bajêr di 27'ê Çileyê de bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Îro jî bi endamên çeteyên din ên lingê xwe avêtine axa kantonê re li gundan pêvçûnek dijwar heye. 

Li bajarê ku hema her roj cenazeyên şervanan tê, cihên ku herî baş şerê hatî jiyîn vedibêje bêguman goristan in. Ji bo şervanên ku aliyê başûr jiyana xwe ji dest dane li Goristana Şehîd Dîcle gorên kolandî yên amade, rûyê şer ê bi êş e. 

ZAROKÊ KU PÊLÎSTOKÊN XWE DANÎN SER GORÊN BAVÊN XWE

Ji van goristanan yekê din jî, di dema pevçûnan de di nava beşek bajar a ku ketibûn bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê, Goristana Şehîd Dîcle bû û dîsa ji aliyê rêhevalên wan ve ji destê çeteyan hate rizgarkiribûn. Goristan nêzî deriyê sînor e û gelek şervanên YPG û YPJ'ê lêhatine definkirin. Hemû gorên li goristanê bi rengên kesk, sor û zer hatine xemilandin û lê tişta herî bala me dikêşe lîstokên li ser goran bû.

Dema em pirsa ji hêla kî/ê ve hatiye danîn jî, bersiva zarokên ku bavê xwe yên şervan di şer de winda kirine hat dayîn. 

Her serpêhatiya tê vegotin dilê mirov disojîne. Şervanê YPG'ê Bangîn Kobanê ku dema çete dikevin bajêr 5 zarok û hevjîna xwe dişîne Pirsûsê û ew bi xwe diçe eniya şer dema jiyana xwe ji dest dide cenazeyê wî li vir tê defin kirin. Piştî rizgarkirina Kobanê zarok û hevjîna wî vedigerin bajêr, dema diçin ser qebra bavê xwe pêlîstokên xwe yên ku herî jê hisdikirin danîn ser gorê û diçin. Rastiya ji kevirên goran derketî jî ew e ku mirovên ji pir gelan bi heman armancî li cem hev radikevin e. 

DI AVAHIYA HIKÛMETÊ DE PEVÇÛNA RÛ BI RÛ

Bi dîmena enqazê re asta şerê li navenda bajêr çewa pêk hatiye datîne holê. Dema em derbarê vê yekê de ji Kobaniyan re pirsek dikin, bersiva herî balkêş, pêvçûna di avahiya hikûmeta kantonê ya di zikê bajêr de ye. 

Li gorî tê gotin, li hemberê çeteyên ku avahiya du qatî dorpêç kiribûn ji çepera qata serî hatibû danîn, bersiv didan jî, çeteyan dîsa ketibûn avahiyê û jêr û jor rû bir û pêvçûn pêk hatiye. Çeteyên ku xwestin bikevin avahiyê û bombeyê bi cih bikin, li hemberê berxwedana hatî nîşandan negihiştin vê armanca xwe û neçar man ku paşde bikşin. 

Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslîm, diyar kir ku sedema rastî êrîşa evqas mezin ew e ku nedixwestin pergala ku rêvebertiya cewherî ya gel qebûl bikin bû ye û destnîşan kir ku ji roja ewil ve têkoşîna mirovahiyê hatî dayîn armanc gelan wekhev û biratî li ser axa xwe jiyaneke bi aram bihonînin e. 

Armanca Muslîm anî ziman a herî girîng heyî jî gelên Suriyeyê bi qeyraneke rû bi rû ye. Muslîm, da zanîn ku gelên li ser axa Suriye dijîn ketine pozîsyoneke koçber, bi milyonan ji cih û warên xwe bûne û anî ziman ku tenê li Rojava gelan karibû xwe biparêz e. 

'EM ISRARA XWE YA DI AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK DE DIDOMÎNIN'

Muslîm, diyar kir ku ligel îro Kobanê rizgar kiribin jî bi pêvçûnên hêj jî berdewam dikin re ew bareke giran dikşînin û destnîşan kir ku ew israra xwe ya di bin banê Rojavayeke xweser de avakirina Suriyeya Demokratîk de, wek e beriya êrîşên hovane ya li ser Kobanê îro jî ew vê israrî didomîn in. Muslîm, armanca xwe wiha vegot: "Em xebatên xwe yên ji bo avakirina Suriyeyek Demokratîk a ku hemû reng, ziman û baweriyên ji hev re rêz digirin, berdewam dike. Em pergala şovenîzmê bi tevahî red dikin. Tenê nijadek li Suriyê najî, em li welateke wekhev a pirçandî, pirzimanî diparêzin. Em feraseta yek ziman, yek ol, yek al, yek netewî bi tevahî red dikin. Projeya me ya stratejik a derbarê Suriyeya Demokratîk berdewam dike. " 

Muslîm, destnîşan kir ku hin kesan propagandayên xwe yên reş ên derbarê avakirina Xweseriya Demokratîk heta şer hat ber derî jî dom kirin û anî ziman ku lê vana liyan piştî azadiyê her kes bi van kesan re dît ku heqîqata pergala ku dinya dixwaze ava bike, me pîroz kirin. Muslîm, derbirî ku li hember şêwaza DAÎŞ'ê ya ser jêkirin, talankirin û xenîmet girtinê, têkoşîna li ser esasê heqîqata berxwedanê ya pergaleke demokratîk diparêze, li hember vê hêzên navneteweyî jî nêrtina wan guherî. Muslîm, diyar kir ku di ser kordînasyona ku bi kantonên Cizîrê û Efrînê re hatiye avakirin de, îro têkiliya wan a dîplomatîk zêdetir bûye û da zanîn ku dê vê xûrtir jî bikin. 

TÊKILIYA BI TIRKIYEYÊ RE GIRAN BI PÊŞ DIKEVE

Muslîm, got ku yek ji welatên ku dixwazin têkiliya xwe xûrt bikin Tirkiye ye. Muslîm, destnîşan kir ku her çiqas ji ber piştgiriya dane çeteyên DAIŞ'ê rexne li wan tê kirin jî pêdiviya wan bi xûrtkirina girêdayîna biratiyê ya bi Tirkiyeyê re heye û anî ziman ku her çiqas ev têkilî hinek giran pêş dikeve jî dîsa ew bawer e ku dê biratî biser bikeve. 

Sedema Muslim bal kişand ser vê yekî jî ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya di Newroza Amedê de hatî xwendin, bal kişandiye ser "Ruhê Eşmê".

'EM BAWERIN WÊ BI RUHÊ EŞMEYÊ RE SALA 2015'AN BIBE SALA WEKHEVÎ Û MIROVAHIYÊ'

Muslîm, diyar kir ku ew vê hêmana ku Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe de destnîşan kiriye pir girîng dibînin û wiha got: "Em ji mêj ve dibêjin, em ji bo xizmeta mirovahiyê hene. Dema em komek leşkerên ji derveyê me jiyana wan dikeve xeterê, tiştê dikeve ser milê me dikin. Me jî li ser vê esasî însiyatîf da rêveberên leşkerên me û alîkariya Tirkiyeyê kir. Me leşkerên li wir, bi tirbeya Sûltan Suleyman re anî gundê Eşmê yê di bin qontrola me de ye. Bi vê ruhê derketî holê re em bawerin dê sala 2015'an bibe sala azadiya mirovahiyê û wekheviyê." 

LEHENGÊN XWEDÎ BIRYARDARIYEKE BÊ DAWÎ

Ji hezaran serpêhatiyên berxwedanê yên li hemberê êrîşan hatine dayîn yek jê jî Berxwedana Dibistana Serzorî. Em vê bûyerî, berxwedanî ji Serokê Konseya Parastina Kantona Kobanê Şêx Hesen ku şahidiyê kiriye guhdar dikin. 

Hesen, diyar kir ku di dema êrîşên çeteyan dijwartir bûnî de 12 şervanên YPG'ê yên di dibistana ku ketibû pozîsyona eniya pêş de, ligel divê çeperek paşde kişiyabûna lê paşde nekişiyan û ji hemû bangên bêteliyên ji wan re dihate kirin re digotin "Em rexnedayîna xwe didin YPG'ê lê bila hemû hêzên dijmin ên êrîşê deskeftiyên kurdan dikin baş zanibin ku kes nikare deskeftiyên me ji destê me bigire. Eger DAÎŞ Kobanê dagir bike divê pêşî di ser bedena me de derbas bibe. " Hesen, da zanîn ku ji ber çeteyan bi çar alî ve êrîş kirin hemû şervan jiyana xwe ji dest dan, dîsa piştî vê bûyerî çalakiya fedaî ya Arîn Mîrxan a li Girê Miştenûrê kir, şervanê bi navê Êrîş a ku çeka bi destê xwe bi ser tankê ve diçû, bi îradeya van re li Kobanê berxwedan roj bi roj mezintir bû. 

Hesen, destnîşan kir k udi plan û projeyên êrîşên dagirkerî ya li ser Kobanê de tiliya gelek dewletan tê de heye û anî ziman ku dema êrîş dest pê kirin ew wek e rêveberiya Kantonê li hev civiyane û soza ew dê bi bîranîna Arînan, Gulanan, Êrîşan û Botanan ve girêdayî bin û wê bajarê terk nekin.

Hesen, der barê eniya ku niha bi hêzên Şems El-Şemal û Bûrkan El-Firat re di nava pêvçûnan de ne, agahî da û destnîşan kir ku kurd, ereb, asûrî û gelek bawerî û çandên din ên li ser vê erdnîgariyê dijîn ji bilî jiyaneke wekhev û hevpar bihonîn tu şensê wan nîn e. 

Hesen, dema vê pêdiviyê bîne ziman, mînaka dayî jî pir balkêş bû. Hesen, anî ziman ku wan bihîstine ku Ebûbekîr Bexdadî yên li ser çeteyên DAIŞ'ê ye di xewna xwe de dîtiye ku Hz . Mûhammed ji wan re gotiye ji 'Misûlê derkevin'. Hesen, diyar kir ku dema ji Misûlê derkevin dê hedefa wan dîsa Rojava be. Hesen, anî ziman ku seremîra wan şûna vê niyeta xwe vekirî bibêje, xewna xwe da pêş. Hesen, wiha got: "Dê êrîşê Serêkaniyê û Til-Temîr bikin. Li wir kurd, asûrî û xiristiyan dijîn. Jixwe hemû sembolên baweriyên cuda xira kirin. Lê bila hemû gelên cîhanê vê yekê zanibin felsefeya me xwedî jiyaneke hevpar û wekhev e. Li ser vê esasî em berpirsiyariya parastina hemû gelên li Suriyeyê dijîn digirin."