'Serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be'

Cenazeyê Çiya Karali (Serbest Spî) yê di şerê li dora Şehîdgeha Pirêjmanê pêk hat de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê bi girseyî hat definkirin.

Cenazeyê Çiya Karali (Serbest Spî) yê di şerê li dora Şehîdgeha Pirêjmanê pêk hat de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê bi girseyî hat definkirin. Dayika Çiya Karalî, Heves Karalî spasî ji kesên ku tevlî merasîma cenaze bûn re kir û got: "Kurê min got 'Dayê heke ku rojekê ez şehîd bikevin li ser gora min bêje serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be'. Bila serê Kurd û Kurdistanê sax be.

Di rojên bihurî de leşkeran êrîşî "Şehîdgeha Pirêjmanê" kiribûn. Piştî êrîşê di navbera leşker û gerîlayên HPG'ê de şer derketibû. Di şer de 4 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan jî gerîlayê HPG'ê Çiya Karali (Serbest Spî) bû. Cenazeyê Karali piştî otopsiyê bi beşdarbûna sedan welatiyan li goristana Yenîkoy a Rezana Amedê sipartin axê. Di merasîmê de, hevserokên DBP-HDP'ê, hevserokên MEYA DER'ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, bi sedan welatî û malbata Karali amade bûn.

Cenazeyê Karalî ji morga goristanê derxistin û pitre li ser milan birin Goristana Yenikoyê. Di meşê de gelek caran dirûşmên 'Qatil Erdogan' , 'Şehîd Namirin' , 'Întîqam' , 'Ey şehîd rêya te rêya me ye' û 'Bijî Serok Apo' hat berzkirin. Di meşê de wêneyên Karalî û qernefîl hatin hilgirtin. Piştî definkirina Karalî ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat hilgirtin. Di rêzgirtinê de Meta Karalî sirûda Ey Reqîb xwend. Hevseroka MEYA DER ya Amedê axivî û anî ziman ku dê heta dawî ew ê li şehîdên xwe xwedî derbikevin.

'KEDA WAN NAYÊ JIBÎRKIRIN'

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku keda kesê ku ji bo gelan jiyana xwe ji dest dane nayê ji bîrkirin û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newroza 2014'an a 'Keda me beleheq neçûye' bi bîr xist û ev tiş got: "Gelê me bi saya van ciwanan ji her roj bêhtir nêzî azadiyê ye. Ji her demê bêhtir gelê Kurd tê nîqaşkirin. Hevalê çiya wekî navê xwe li çiyan şer kir û tevlî karwanên azadiyê bû."

'SERÊ KURD Û KURDISTANÊ SAX BE'

Dayika Çiya Karali (Serbest Spî) Heves Karali jî  kesên ku tevlî merasîma cenaze bûne spas kir û gotina kurê xwe ya ku gotibû 'Daye heke ku rojekê ez şehîd bikevin li ser mezelê min bêje serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be' anî ziman û wiha got: "Serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be."

Piştî axaftinan komek çûn mala şînê ya Temiran û komek jî bi cenazeyê Mehmet Gunduz ê duh ji aliyê polîsan ve li Farqînê hat qetilkirin re bi konvoyekê çûn Farqînê. Cenazeyê Mehmet Gunduz ji aliyê sedan welatiyan ve ji morga goristanê li ser milan birin li wesayîta cenaze siwarkirin û birin Farqînê.