Serdema demokrasiyê ya civakî

Bayik diyar kir, piştî ewçend êrîşên dijwar divê gelê Kurd ti hêviyê ji dewletê neke, ji dewletê qut bibe û jiyana azad û demokratîk bi xwe ava bike. Bayik destnîşan kir, di rewşeke bi vî rengî de wê dewlet neçar bimîne vê xweseriya fîîlî qebûl bike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de, hewldanên AKP'ê yên ji bo desteserkirina Şaredariyên DBP'yî, şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk û helwesta gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya ji niha û pê ve nirxand.

Gotara Bayik a bi serenavê "Serdema demokrasiyê ya civakî" bi vî rengî ye:

"Faşîzma AKP'ê desthilatdariya xwe li ser derewan ava kiriye. Ji bo ku êrîşên xwe yên li dijî şaredariyan rewa bike derewa, 'pereyan didin PKK´ê' derxistiye holê.

Ew kesên ku dikarin sê rewşenbîr, demokrat û rojnamevanan bigirin ji ber ku piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê kirine, dikarin her derewê û demagojiyê bikin. Îdîaya dibêje, şaredariyan pere dane PKK'ê bi temamî derew e. Nikarin yek delîla bi tenê jî nîşan bidin ku îsbat bike mîqdareke piçûk jî ji PKK'ê re hatiye şandin. Êrîşa li dijî şaredariyan, parçekeyek e ji êrîşên topyekûn ên li dijî gelê Kurd.

Ew e ku şerê li dijî gelê Kurd êdî veguheztine nava şaredariyan. Demokratên welatparêz şaredariyên li Kurdistanê bi rê ve dibin. Çawa ku bi hezaran demokratên welatparêz bi îdîa û hincetên çêkirî hatin girtin, hewldana destnîşankirina qeyûman ji bo şaredariyan jî encama heman siyaset û stratejiyê ye. Zarokek jî dikare di vê derxe.

Şefê şerê qirêj Tayyîp Erdogan got, wan 7500 şervanên azadiyê kuştine. Ha ev derewa bê stûn e. Li gorî Erdogan ne li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ne li Botan û Dersîmê, li ti deverî gerîla nemane. Ha ev xapandina gel e. Ew ên ku gotin, em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin û milet xapandin, niha jî dibêjin, me PKK nehişt û dixapînin. Ew ên ku dibêjin me PKK xelas kir, li seranserê Kurdistanê deverên qedexe ragihandine. Êdî ne bi tenê li bajaran, li çiyê û deştî jî qedexeya derketina kolanan radigihînin. Bi şev û bi roj bombeyan li çiyê û deştê dibarînin. Çi tişta ku ji berîka gelên Tirkiyeyê dizîne, dikin bombe û bi çiya û bi deştan de dibarînin. Fermandariya HPG'ê bîlançoya wendahiyên gerîla û YPS'ê eşkere kir. Bi hezaran esker û polîs hatine kuştin, lê di nava 10 mehan de hejmara wendahiyên YPS û gerîla çend sedek e. Li Nisêbîn, Şirnex û Gever a ku herî dawî wêran kirin û şewitandin, hejmara wendahiyên YPS'ê qederê 150´î ye. Ango Erdogan ne bi deh caran bi pêncîh caran derewan dike. Herçî esker û polîsên kuştî ne, dîsa gelên Tirkiyeyê dixapîne û weke ku gelekî kêm bin, nîşan dide. Li ser navê 'welat, milet, Sakarya' ji bo ku di 'têkoşîna li dijî terorê' lawazî peyde nebe, yên ku pê dizanin ev derew in jî dengê xwe nakin. Ti kes nikare ji Erdogan re bibêje, tu çima ewqas derewan dikî. Ji xwe, ji  ber ku dizane kes ranabe û nabêje ji bo çi tu ewqasî derewan dikî, Tayyip Erdogan jî ewqasî derewan dike. Di şerê li dijî Kurdan de timî derew hatine kirin. Lê belê ti demê derew bi rengekî ewqasî bi xemsarî nehat kirin. Di şerê qirêj ên van deh mehên dawî de bi tenê yek rastî heye, ew jî bi tank û topan wêrankirin û şewitandina bajaran e bi destê hêzên şerê qirêj. Tişta jê re dibêjin serketin ha ev e. Nexwe, ew li hemberî şervanên azadiyê sed carî li bin ketine.

Helbet, emrê derewê kin e. Ji xwe, ji ber ku şerê taybet li ser encamgirtina di demeke kurt de hatiye danîn, derewên bi vî rengî tên kirin. Lê belê yên ku ji ber van derewan ziyana mezin li wan dibe, gelên Tirkiyeyê ne.

Êrişa li dijî şaredariyan ev rastî raxistiye ber çavan. Kurd divê bibin civak û karên xwe ew bi rê ve bibin. Divê ew girêdan û elaqeya xwe bi vê dewletê re qut bikin. Helbet ev qut bûn, ne damezrandina dewletê yan jî qutbûna ji Tirkiyeyê ye. Lê belê divê ti qanûn û saziya dewleta qirker a faşîst qebûl neke û jiyana xwe ya azad û demokratîk bi xwe bafirîne. Divê modela xwe ya birêveberiya cihî û şaredariyan wisa ava bike ku ne qeyûm karibin li wan werin wezîfedarkirin û ne jî dewlet karibe serê xwe jê bêşîne. Kurt û Kurmancî, piştî êrîşên di vê astê de, divê gelê Kurd ti hêviyê ji dewletê neke û bi xwe jiyana xwe ya azad û demokratîk ava bike. Divê ji dewletê qut bibe û jiyana xwe ya azad û demokratîk bi wî rengî ava bike ku bi awayekî fiîlî xweserî pêk were û dewlet neçar vê qebûl bike. Zehmet e bi rengekî din zêhniyeta dewleta Tirk were guherandin û pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Bêguman li dijî êrîşên faşîst ên AKP'ê wê bi hêzên demokrasiyê re berxwedan were bi pêşxistin. Lê belê maneya vê berxwedanê bi tenê hingê wê hebe, eger gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê xwe bisipêrin civaka xwe ya demokratîk û avakirina jiyana xwe ya azad û demokratîk temam bikin. Êdî berxwedanên heyî wê manedar bibin bi wê yekê ku civak jiyana xwe ya azad û demokratîk bi xwe ava bikin.

Êdî serdema wê yekê destpê kiriye ku gel li kêleka dewletê, bi wî rengî ku ji dewletê qut bibin jiyana xwe ya azad û demokratîk ava bikin. Êdî serdema demokratîk a konfederal a xwe disipêre civaka demokratîk dest pê kiriye. Êdî di sedsala 21'ê de serdema demokrasiyên cihî yên ku bi sîstema konfederal hene. Ya rastî, sedsala 21'ê wê bi awayekî bi têkoşîna di navbera demokrasiya dewletparêz û demokrasiya xwe disipêre civaka demokratîk derbas bibe.

Bêguman li Tirkiyeyê 'demokrasiya bi dewlet' jî nîne. Li Tirkiyeyê deshilatdarî weke li gelek welatên din rewabûna xwe ne ji demokrasiyên heta radeyeke diyar heyî digirin, berevajî ji hêza bi polîs û eskeran tepeserkirina civakan digirin. Ya rasttir, niha li Tirkiyeyê rewabûna desthilatdariyê nîne. Li hemberî gelan û mirovahiyê ti rewabûna wan nemaye. Bi tenê bi zordestî û bi şidetê xwe li ser piyan digire.

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, li dijî vê deshilatdariya faşîst têdikoşin ji bo ku welatekî ava bikin ê ku rewabûna xwe disipêre demokratîkbûnê. Ji bo vê jî hem li dijî van desthilatdariyên rewatiya wan nemayî jiyana xwe ya azad û demokratîk ava dikin, hem jî bi têkoşînê armanca wan ew e ku van deshilatdariyên rewatiya wan nemayî li pey xwe bihêlin û Tirkiyeya demokratîk ava bikin."