Şêniyên navçeya qedîm Sûrê bi hesreta malên xwe dijîn
Êrîşa li dijî navçeya Sûrê ya dîrokî salek li dû xwe hişt. Mal bi mal, kolan bi kolan makêteke vê navçeya qedîm hatiye çêkirin. Şêniyên Sûrê yên bi hesreta malên xwe ne, vê makêtê ziyaret bikin.
Êrîşa li dijî navçeya Sûrê ya dîrokî salek li dû xwe hişt. Mal bi mal, kolan bi kolan makêteke vê navçeya qedîm hatiye çêkirin. Şêniyên Sûrê yên bi hesreta malên xwe ne, vê makêtê ziyaret bikin.
"Qedexeya derketina derve" ya li navçeya Sûr a Amedê, ku saleke tê salankirin û bermayiyên avahiyên dîrokî yên hatine hilweşandin jê tên deristin, salek lil dû xwe hişt. Taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê, di encama êrîşên giran ên 103 rojan de bi erdê re bûn yek. Hê jî destûr ji kesî re nayê dayîn ku bikeve nava van taxan. Ji xwe ji ber êrîşên giran ev tax hatine xerakirin. Şêniyên van taxan, bi rengekî bêçare li benda rakirina qedexeyê ne û dixwazin vî cihî bibînin. Sûr a ku bi mîmariya xwe ya resen bala her kesî dikişand ser xwe, niha bi tenê di wêneyan de tê dîtin. Her wiha di makêteke mezin de dijî, ku xebatkarekî Şaredariya Bajarê Mezin Fesîh Gundogar di nava 21 salan de çêkir. Bi hemû detayên xwe, navçeya dîrokî di vê makêtê de hatiye çêkirin. Makêt li cihekî nêzî Deriyê Mêrdînê, li beşek ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye amadekirin, ev makêt hatiye bicihkirin.
Makêt ku jibereke bedenên Amedê, mizgeft, dêr, xaniyên kevn û kolanên Sûrê ye, bûye cihekî ku şêniyên Sûrê yên saleke li malên xwe dûr in, bên serdanê. Welatî di nava rojê de tên vê derê, li cihên xaniyê wan lê ne dinêrin û kolanên bîranînên xwe nîşan didin. Ciwan, extiyar gelek kes dinava rojê de tên vê derê û bi saetan li makêta Sûrê dinêrin. Malbat li vê sohbetê dikin û ji hev re qala malên xwe yên li nava Sûrê dikin.
DI NAVA MAKÊTÊ DE LI XANIYÊ XWE DIGERE
Fahriye Aslan a xaniyê wê li taxa Fatîhpaşa ye, ku qedexe lê dewam dike, hema hema her roj tê li vê makêtê dinêre. Carna jî ji mirovên tên li makêtê dinêrin, Sûrê dide naskirin. Carna jî bi tena serê xwe tê rûdinê û li cihê xaniyê wê lê ye dinêre. Aslan pirsa "Gelo wê mîna berê bibe? Gelo em ê karibin careke din xaniyê xwe bibînin?" dipirse û li ser makêtê qala bîranınên xwe dike: "Dema li malê bêhna min teng dibû, diçûm dêra li nêzî mala me. Timî tûrîst dihatin wir. Ji bo cihên dîrokî nîşanî wan bidim, min dida pêşiya wan. Rojekê min dîsa ew li Sûrê digerand. Her carê em diçûn kolanên cuda û cihên ku min bi xwe jî berê nedîtibû, keşf dikir. Di dema vê gerê de ez gelekî kêfxweş dibûm. Rojekê ez ketim erdê û lingê min şikest. Min wê rojê sixêf li avahiyên ji kevir kiribû. Niha dibêjim; xwezî çenga min bişikesta û min sixêf nekiribûya."
'EM Ê JI BÎR NEKIN'
Xwendekarê lîseyê Serhat Dogan ê 17 salî jî yek ji wan kesan e ku tê li makêta Sûrê dinêre. Mala Dogan li taxa Hasirli ye ku hê dorpêçkirî ye. Tevî hevalên xwe tê li Sûrê temaşe dike. Dogan dibêje, ew hemû kolanên Sûrê baş nas dikin û wiha dewam dike: "dewletê xaniyê me yê ji du odeyan jî xera kir. Îro dest û lingên me girêdayî ne, lê sibe wê serdema me dest pê bike. Em ê ev tiştên bi serê me ve hatin, yên ev anîne serê me, ji bîr nekin."