Şengalî li dijî komploya navneteweyî meşiyan
Bi hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê din ava konan de dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê din ava konan de dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi hezaran Êzidiyên ku li çiyayê Şengalê din ava konan de dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Îro di saet 13.00’an de bi hezaran Şengaliyên ku li çiyayê Şengalê di nava kampên di konan de dijîn bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Meşa Şengaliyan a ku li kampa Serdeştê destpê kir pankartên ‘Em komploya 15’ê Sibatê Şermezar dijin’, ‘Ji bo azadiya Ocalan, Kobanê û Şengalê em dimeşin’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YBŞ’ê, HPG’ê, PKK’ê û YPG’ê hatin hilgirtin.
Her wiha meşa ku bi qasî saetekê dom kirbênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Berxwedana Şengalê" û "Şengal bê gerîlla nabe" hatin berzkirin.
Meşa ku di nava kampan de pêk hat, piştî saetekê veguherî mitîngê. Berdevkê Meclîsa Avaker a Êzidiyên Şengalê Xidir Salih li vir ji bo girseyê axivî. Xidir Salih di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew li ser navê bi hezaran Êzdiyên ku li çiyayê Şengalê mane komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dike û destnîşan kir ku komploya li hember Ocalan li hember hemû mirovahiyê pêk hatiye. Xidir Salih axaftina xwe wiha domand; “15’ê Sibatê di dîroka mirovahiyê de rojeke reş e. Em bi Rêberê Gelê Kurd re ne, em îro bi vê meşa xwe ji raya navneteweyî daxwaz dikin ku Rêberê Gelê Kurd di zûtirîn dem de were azad kirin.’
Xidir Salih di axaftina xwe de bal kişand ser hêzên gerîla bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevdigerin û Êzidî parastin û axaftina xwe wiha berdewam kir; ‘îro Rêberê gelê Kurd û gerîlayên ku bi felsefeya wî tevdigerin nehiştin bi hezaran Êzidiyên ku bi fermana 73’an re rûbirû man, qetlîamek dijwartir re rûbirû werin û Şengalî parastin û bi hezaran Êzidî niha bi saya wan li Çiyayê Şengalê ne. Divê îro mafê gerîlayên ku li Celewla, Mexmûr, Kerkuk heta Şengalê li berxwe dide were teslîm kirin û rastiya vê di raya giştî de were aşkerakirin. Em jî weke Êzidiyên li Şengalê bi zarok, jin, ciwan û mêran naxwazin gerîla dest ji Êzidîxanê berde.”
Piştî axaftina Xidir Salih li ser navê Tevgera ciwanên Êzidî jî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan bi dirûşan komplo hate şermezar kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.