Sellûm: Em ê cejnên xwe li Rojava û Sûriyeya azad pîroz bikin

Hevserokê Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Sellûm bi wesîleya cejnê bang li her kesî kir ku li dora sîstema federal a demokratîk li hev bicivin.

Hevserokê Sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr Sellûm ji ANF'ê re axivî û got, "Ez Cejna Qurbanê di serî de li malbatên şehîdan, li tevahiya gelên Sûriye û Rojava û alema Îslamê pîroz dikim. Hêvîdar im em ê ji niha û pê ve bi sîstema federal a demokratîk re li Rojava û Sûriyeya azad bi rengekî aram û ewle pîroz bikin."

Sellûm da xuyakirin, ku ev cejn ji cejnên din cuda ye û got, "Cudahiya vê yekê jî ew e, ku di vê cejnê de gelek herêmên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatine rizgarkirin. Înşaleh em ê di demeke kurt de rêya Efrînê jî vekin. Înşaleh em ê ji bo temamiya Bakurê Sûriyeyê Sîstema Federal a Demokratîk ragihînin."

'DEWLETA TIRK GELEK ÊŞ BI GELAN DA KIŞAND'

Sellûm bi wesîleya cejnê dewleta Tirk şermezar kir, ku bi polîtîkayên xwe gelekî êş da gelên Sûriyeyê û got, "Ev demeke Tirkiye di bin navê 'ez ê li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşim' de Cerablûs dagir kiriye. Cîhanê tev dît ku ev derew e. Tirkiye û DAIŞ bi hev re ne. Ya ku Tirkiye di bin navê 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de li Cerablûsê dike, şano ye. Çeteyên DAIŞ'e riya xwe qusandin, kincên xwe guherandin û cihê xwe di nava 'Artêşa Azad' de girtin. Lê êdî her kes zane ev şano ye."

Sellûm diyar kir, dewleta Tirk gelekî gelên herêmê êşandiye û destnîşan kir, ku ew ê van polîtîka û êrîşên dewleta Tirk bi ti awayî qebûl nekin."

Sellûm got, "Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin; Yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, em in. Em ê destûrê nedin dewleta Tirk ku derbasî nava Bakurê Sûriyeyê bibe" û bang li hêzên navneteweyî kir, ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo hêzên xwe bikişîne.

'EM LI DORA FEDERASYONA DEMOKRATÎK LI HEV BICIVIN'

Sellûm anî ziman, gelên Bakurê Sûriyeyê û Sûriyeyê dikarin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin û got, "Weke gelên Bakurê Sûriyeyê em dikarin biratiya gelên li temamiya Bakurê Sûriyeyê xurtir bikin. Em hesabên Tirkiyeyê yên li ser Sûriye û Bakurê Sûriyeyê qebûl nakin. Çeteyên niha li Sûriyeyê êrîşî gelan dikin, hemû bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Dixwazin bajarên me û yekîtiya gelên me xera bikin. Em vê rewşê qebûl nakin."

Sellûm bi wesîleya cejna Qurbanê bang li hemû gelên Rojava, Bakurê Sûriyeyê kir ku li dora sîstema federal a demokratîk li hev bicivin.