Şehîdên qetlîama Kobanê wê sibehê werin bibîranîn
Şehîdên ku 25’ê Hezîranê ji aliyê DAIŞ’ê li Kobanê hatin qetilkirin, wê sibehê domahiya rojê bi merasîman bên biranîn.
Şehîdên ku 25’ê Hezîranê ji aliyê DAIŞ’ê li Kobanê hatin qetilkirin, wê sibehê domahiya rojê bi merasîman bên biranîn.
Li Kantona Kobanê di yekemîn salvegera Komkujiya 25’ê Hezîranê de, sibehê li Goristana Şehîdên Komkujiya 25’ê Hezîranê bi beşdariya hemû rêveberên saziyên rêveberiya xweser, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl wê merasîma bîranînê bê lidarxistin.
Bi minasebeta bîranînan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk biryar girt ku sibehê ti sazî neyên vekirin.
Di berbanga roja 25`ê Hezîrana 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê sînorê dewleta Tirk ve derbasî Kobanê bibûn û komkujî pêk anîbûn. Di encama komkujiyê de 252 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.