'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn

Li bajarên Elmanya Dortmûnd û Meschede, di şexsê Gûrbetellî Ersoz û Andrea Wolf de 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn.

Li bajarên Elmanya Dortmûnd û Meschede, di şexsê Gûrbetellî Ersoz û Andrea Wolf de 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn.

Li Dortmûndê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rozerîn merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistan û Cîhanê destpê kir. Dûre li ser navê Meclîsa Jinê ya Rozerîn û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê axaftin hat kirin.

Di merasîma bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna gerîlayên YJA Starê yên jiyana xwe ji dest dane, sînevîzyon hat nîşandan. Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

'Şehîdên meha Cotmehê' li Meschede hatin bîranîn.

Di bîranîna li Meschede, malbata cangoriyê têkoşîna azadiyê Şervan Varto jî amade bû. Di merasîmê de soza bilindkirina têkoşînê û dilsoziya bi cangoriyan hat dayîn.