Sê şervanên azadiyê li Hesekê spartin axê
Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê ku di 9’ê Nîsanê de di berxwedana gundê Xerîta yê Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke ku bihezaran kes beşdar bûn, hatin oxirkirin.
Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê ku di 9’ê Nîsanê de di berxwedana gundê Xerîta yê Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke ku bihezaran kes beşdar bûn, hatin oxirkirin.
Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê ku di 9’ê Nîsanê de di berxwedana gundê Xerîta yê Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke ku bihezaran kes beşdar bûn, hatin oxirkirin. Di merasîmê de her wiha nasnameyên 4 cangoriyan jî hatin aşkerekirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Hisên Cedûî (Dilyar Hesekê), Zibêr Tahir (Zana Firat) û Ehmed El-Ezo (Nûman Hesekê) îro ji aliyê sedan kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê hatin wergirtin û bi kearwanekî tirmpêlan birin goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.
Cenaze li goristanê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Li ketina goristanê girseya gel ku alên YPG û TEV-DEM’ê vekirin û bênavbera diruşmeyên dilsoziya bi hêzên YPG’ê re qêriyan, cenazeyên 3 şervanan li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Fatma Hesen axivî û da zanîn ku ew ê heta dawiyê li ser riya şervanên ku ji bo rumetê canê xwe dane bimeşin. Di merasîmê de her wiha Rêveberê TEV-DEM’ê Ebduselam Ehmed jî axivî û da zanîn ku bi saya cangoriyên azadiyê û şervanên YPG’ê yên bi xwîna xwe dîrok nivîsandine, navê Rojava di nava hemû cîhanê de bilind bûye. Di berdewama axaftina xwe de Ehmed, got ku wekî Kobanê ji çeteyan hate rizgarkirin, dê Hesekê û hemû herêmên Til Temir jî ji çeteyan bêne rizgarkirin.
Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Nûcan Hesen axivî û got ku berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê hemû pêkhateyên herêmê kirine yek û soza şopandina riya cangoriyan dan.
Piştî axaftinan nasnameyên 3 cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Di merasîmê de endamên malbatan jî axivîn û soza şopandina riya cangoriyan dan.
Di merasîmê de her wiha nasnameyên şervanên YPG’ê Ehemed Cima (Argeş Welat), Ebdulezîz Hiso (Şervan), Reşîd Ibrehîm (Salar Zap) û Silêman El-Qasim (Ceger Azad) ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin aşkerekirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên 3 şervanan YPG’ê bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.