Tê gotin, li Şaredariya Rêya Armûşê, amîrên hin beşan ji aliyê qeyûm ve ji wezîfeyê hatine girtin û li şûna wan polîs hatine bicihkirin.
Piştî ku şaredariyên Rêya Armûşê, Artemêtan, Qelqelî û Erdîş ên Wanê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin desteserkirin, şaredariyên qeyûm li wan hatin bicihkirin dest bi 'kar' kirin. Xebatkar ji bo qeyûm şermezar bikin neçûn ser kar. Karê şaredariyê jî ji aliyê polîsan ve hat meşandin. Polîsên Tirk li amîrên hin beşan geriyan û ferman dan wan.
Her wiha polîsan ji amîran pirsa kesên nehatine kar kirin. Li gorî agahiyan, li Şaredariya Rêya Armûşê, ji roja destpêkê ve amîrên hin beşan ji wezîfeyê hatine girtin û li şûna wan bi demkî polîs hatine bicihkirin.
Qeymeqamê Tirk ê li Qelqeliyê weke qeyûm li şaredariyê hat bicihkirin, weke karê destpêkê bend danî derdora avahiya şaredariyê. Li Qelqeliyê polîsên Tirk bi bendan nahêlin ku gel bi qasî 100 metreyî nêzî avahiya şaredariyê bibe. Mirovên ji bo karê xwe bikin diçin van şaredariyan, di kontroleke giran re derbas dibin.
Şaredariya Artemêtanê jî bi temamî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Bi bendên li dora şaredariyê hatine danîn re destûr nayê dayîn kes xwe nêzî avahiya şaredariyê bike.