Şaredariyên Erdîş û Xinûsê ji aliyê polîsan ve hatin dagirkirin
Şaredariyên Erdîş û Xinûsê, ku AKP'ê bi rêya qeyûm dest daniye ser wan, ji aliyê polîsên Tirk ve hatine dagirkirin.
Şaredariyên Erdîş û Xinûsê, ku AKP'ê bi rêya qeyûm dest daniye ser wan, ji aliyê polîsên Tirk ve hatine dagirkirin.
Piştî ku tabelaya Kurdî ya Şaredariya Erdîşê bi ala Tirkan hat nixumandin, îro jî polîsên Tirk heqaret li mirovên di ber şaredariyê re derbas dibûn, kirin. Welatiyê bi navê Şiyar Demîr ê ku roja li ber şaredariyê ji polîsan re got 'Ha ji we re demokrasî' û rêveberên HDP û DBP'yî Îbrahîm Talay, Şaban Elbîr û Esat Savci hatin binçavkirin, hê jî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ne.
ŞAREDARIYA XINÛSÊ KIRIN QEREQOL
Dewleta Tirk, şaredariya Xinûs a Erzîromê veguherand qereqola polîsan. Polîsên Tirk bend danîn pêşiya avahiya şaredariyê û alên Tirk bi camên şaredariyê ve kirin. Bi fermana Bulent Ay ku weke qeyûm hat tayînkirin, gelek polîs û maşînên zirxî li pêşiya avahiya şaredariyê bi cih bûne.