Şaredariya Tirbesbiyê ji bo gel firin vêkir
Şaredariya Gel a Tirbespiyê firina şêrînahiyan bi merasîmekê vekir.
Şaredariya Gel a Tirbespiyê firina şêrînahiyan bi merasîmekê vekir.
Şaredariya Gel a Tirbespiyê firina şêrînahiyan bi merasîmekê vekir.
Li Taxa Tişrîn a Tirbespiyê Şaredariya Gel a bi merasîmekê navenda firina şêrînahiyan vekir. Serokê Desteya Kar û Barên Civakî û Şaredariyan Cûzêf Lehdo û bi dehan welatiyên bajar beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Di merasîma vekirinê de Serokê Desteya Şaredariyan Cûzêf Lehdo û Hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Lorîn Hesen axivîn û serketinên hatin bidesxistin li hemû pêkhateyên Rojava pîroz kirin, her wiha vekirina firinê li hemû şêniyên bajar pîroz kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku girîngiya vekirina projeyên biçûk bi armanca peydakirina derfetên kar ji hemû welatiyan re ye.
Piştî axaftina deriyê firinê ji aliyê Hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Lorîn Hesen ve hate vekirin.
Di dawiya merasîmê de şêrînahiyên di firinê de hatibûn çêkirin li welatiyan hatin belavkirin.