Şaredariya DBP’î cara sêyem projeya HES’ê red kir
Projeya HES’ê ya ku tê xwestin li ser Çemê Talorî ya navçeya Qabilcewz bê avakirin ji aliyê Meclîsa Giştî ya Êlihê ve carek din hat redkirin.
Projeya HES’ê ya ku tê xwestin li ser Çemê Talorî ya navçeya Qabilcewz bê avakirin ji aliyê Meclîsa Giştî ya Êlihê ve carek din hat redkirin.
Projeya HES’ê ya tê xwestin li ser Çemê Talorî ya navçeya Qabilcewz bê avakirin ji aliyê Meclîsa Giştî ya Êlihê ve carek din hat redkirin. Endamê Meclîsa Giştî ya Qabilcewz Aratemûr diyar kir ku navçeya Qabilcewz di dereceya yekem de cihê erdhêjê ye û da zanîn ku wê ev HES’a tê plankirin zerarek mezin bide cureyê zindiyan û wê destûrê nedin projeyê. Aratemur bi lêv kir ku hikûmet di heman demê de pêleke koçberiyê jî hedef dike.
Hikûmeta AKP’ê polîtîkayên xwe yên wêrankirinê yên li dijî xwezaya Kurdistanê berdewam dike. Li navçeya Qabilcewz a Êlihê li mewkiya Cacaz li ser çemê Talorî HES’a ku tê xwestin bê avakirin careke din ji aliyê şaredariya DBP’î ve hat redkirin.
WÊ RÊ LI BER FELAKETEK MEZIN VEKE
Endamê Meclîsa Giştî ya Êlihê Selîm Aratemur der barê mijarê de zanîn ku wan sê caran projeya HES’ê ya ku ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatiye pêşkêşkirin red kirine û got ku wê destûrê nedinê.
Aratemur da zanîn ku Qabilcewz cihê erdhêjê ye û wiha got: “Eger HES bê çêkirin û erdhêjek pêk bê de wê xetereyên mezin jî bi xwe re bîne. Li cihê ku çemê Talor lê ye, ava ku heta bajarê Êlihê diçe dibe ku karesatekê bi xwe re bîne. Em ê destûrê nedin vê projeyê.
EM Ê MAFÊ HEMÛ ZINDIYAN BIPARÊZIN
Aratemur destnîşan kir ku wê bi vê HES’ê re gelek cih û cureyên zindiyan tine bibin û ew xwe berpirs dibînin ku hemû zindiyên xwezayê biparêzin û got: "HES wê bibe sedema tinebûna bi hezaran cureyê nebat û zindiyan. Ji ber vê jî qebûlkirina HES’ê ne mimkune. Mafê hemû zindiyan yê jiyanê heye. Em ne tenê mafê mirovên li wir dijîn, em xwe di alî parastina xwezaya wir de jî berpirs dibînin”
KOÇBERÎ TÊ HEDEFKIRIN
Aratemur di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di heman demê de bi vê projeyê koçberî jî tê hedef kirin û got: “Di salên 1990’î de ji ber sedemên cuda bi sed hezaran kes neçar man ji warê xwe koç bikin û 4 hezar gund hatin valakirin. Mirovên ku di rewşa hilberîneriyê de bûn di carekê de bûn bikarhêner. Îro li Sasonê bi vê projeyê dixwazin pêleke din a koçberiyê bidin destpêkirin. Bi HES’ên tê çêkirin re welatiyên 10 gund û mezreyan bi daxwazname îmzeyan serî li me dan. Van mirovan diyar kirin ku ew nekarin li bajaran bijîn û dixwazin li gundê xwe bimînin. Em jî li gorî daxwazên gel biryarê didin.
ŞERÊ AVAN
Aratemur di dawiya axaftin xwe de diyar kir ku dewlet ji bo şerên ava di pêşerojê de amadekariyê dike û got: “AKP di proje daniye ber xwe. Ya yekem, projeya ewlehiyên bendavane. Ya duyemîn jî eve ku bendê bikişîne pêşiya avên me û bike bin serdestiya xwe.”