Şaredarê CHP’yî: Ji bo HDP bendê derbas bike min îstîfa kir

Şaredarê navçeya Qisle ya Dêrsimê Cafer Kirmiziçîçek ê CHP’yî ji partiya xwe CHP’ê îstîfa kir û da zanîn ku ew ê destekê bide HDP’ê.

Şaredarê navçeya Qisle ya Dêrsimê Cafer Kirmiziçîçek ê CHP’yî ji partiya xwe CHP’ê îstîfa kir û da zanîn ku ew ê destekê bide HDP’ê.

Şaredarê navçeya Qisleya ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu lê ji dayik bûye, Cafer Kirmiziçîçek ku du car in ji partiya CHP’ê şaredariya navçeyê dike, vê êvarê ji partiya xwe îstîfa kir û diyar kir ku ew ê bi awayekî serbixwe bimîne, lê ew ê di hilbijartinan de destekê bide HDP’ê.

Şaredar Kirmiziçîçek ev daxuyanî da: “Ji bo di pêvajoya li pêşiya me de hevsengiya siyasî ya Tirkiyeyê bi awayeke lez bê guhertin û HDP benda hilbijartinê derbas bike, min biryara îstîfayê da. Ez ê ji niha û pêve serbixwe bimînim, lê ez ê ji bo HDP’ê xebatên siyasî bimeşînim. Min di saetên danê êvarê de daxwaznameya xwe ya îstîfayê ji Rêxistina Bajêr a Dêrsimê re şand. Her wiha, ev demek dirêj e ku di navbera me û rêveberên bajêr ên CHP’ê de nakokiyên cidî hebûn.””