Sancar û Ayna yên di êrîşa polîsan de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ku di êrîşa polîsan de birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ku di êrîşa polîsan de birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Di heman demê de polîs dest danî ser dîmên û fotografên hemû nûçegihanan.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku ev 10 roj in qedexeya derketina kolanan berdewam dike, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û parlamenterên HDP'ê jî di nav de gelek kes rastî êrîşa bi bombeyên gazê û ava şid a polîsan hat. Sancar ê ku bi ava şid ji serê xwe derp xwar û Ayna ya ku ji bombeyên gazê bibandor bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hate zanîn ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne û hatine binçavkirin.

DEST DANÎN SER DÎMENÊN ROJNAMEVANAN

Di dema êrîşê de, polîsan dora nûçegîhanên DÎHA, JINHA, ÎMC û Rojnameya Cumhuriyetê girtin û dest danîn ser hemû qeydên kamerayan. Qertên kamerayan ji bo werin lêkolînkirin ji Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê re hate şandin.

Her wiha, ajokarê wesayita JINHA'yê jî hate binçavkirin.